kurte basî leser beserhatî pêẍemberî meznî îslam

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  805 Dîtin
honraweye bê meze û be bê tam
bê base le pêşewayî îslam
pêẍemberî axrî zemane
bew tîre şikawe dû nîşane
derçû ke le kewne û tiraza
lew ’erzeye ew geyşte taze
peyda bû le dû sef duřî dîn
yek cêge le berz û yek le payîn
lewlak, xełate bo ewî bû
ew nûreye boye bo zewî bû
lew kêw û telan û kone zerde
be sipayî fiřê diraye herde
pêy na le zewî le şarî mekke
deyda le tełayî dîne sikke
deygirtewe ger teła řewace
neymawe řimîn û řêze sace
bew sikke seḧabe ser berz bûn
dîn pakî bewî leq û lerz bûn
bew řoje ke kewte ew zemîne
bê nûr debû we herçî dîne
kujawe çirayî dîn be tałan
desmayey wane çû be tałan
qur’anNava taybet ke xełatî mustefaye
xeznêkî be bayex û behaye
ew xezne witey beřê û becêye
nîşanderî menziłî nuwêye
nûsraweyî bote řêge bo dîn
ew awî ḧeyatî xełke bo jîn
yasayî bewî deřoyî le wiłat
încîlNava taybet û zebûrNava taybet û pîtî tewřatNava taybet
ew gence ke kewte destî xełke
neymawe kitêbî dîke kełke