basî le çûnî pêẍember bo mî’rac
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
927 views
taqane sûrawî taqî mî’rac
lew taqeye daydena leser tac
bo wey ke le enbya bibê taq
şew řoyî be řef řef û be buřaq
ta geyye serayî bê mekanî
çu cêyeke kes bewî nezanî
tazey ke fiřê deda le şanî
bê řeng debû weřengekanî
pa bû wekebendenî le sone
detwawe degeł tełayî kone
pêẍemberî gewre û be şewket
mangî be îşare kirde dû let
mucîzeyî kewte nêw wiłatî
laçû le zewî but û menatî
estêre û awir û but û ga
ew kate řewacî wane deşka
şîn kewte serayî şit peristan
ew kewtine řûyî xo be mestan
herçî ke peristirabû pêşû
bew dîne tewawîy bê qedir bû
serçaweyî kufre ger debû lêł
pêçawe barî tûrekey fêł
ga cûte xirawe bin peřey nêr
şwênî debrawe bab û bapîr
şwênî kewe bogen û çepeł bû
binçîneyî hate der be deł bû
debřa serî nokerî beraze
dekiranewe but be pirde baze
fermûy be xełk xusrewî dîn
estêre řimûnen xuda nîn
’alem ke xuday xoy nasî
derçû le kiłołî û le kasî
diłteng debû wexêłî gawir
bê tîn û biłêse mawe awir
kûyre mire bû řûkira le ḧewşe
polûyî wekû gułî wenewşe
heywanî medaynî le derzî
derkewt le çende lawe derzî
kîsra ke deřoyî şan û bextî
hênaye xwarê ew le textî
ew dîne ke tîşkî da le şaran
dedrawe le gułşen û kenaran
îslame hełî dekird ała
bo kufrî minał ebû be ałe
xinkayewe kafrî nemawe
bew dîne wecaxekey biřawe