bewrî beyan

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  686 views
legeł dujmin «îmamîPen name»! herwekû şêrî jyan wa be
le pêş piřdanyan řaweste, wek bewrî beyan wa be
be dax û derdewe boçî çemîwî? aheket tîre
legeł xełkî zemane řast wekû tîrî kewan wabe
egerçî herwekû kîseł le qapêlkî xema xewtûy
le kalana mewêste herwekû tîẍî deban wabe
le řîzî ’aşiqanîş herwekû mecnûnî mał kawil
le dûy xêł û kejawey leylî herwek sarewan wabe
le ’îlmî sêḧir û neyřeng û fisûn qey nake têkoşe
heta pêş çawî dujmin wek şik û wehim û guman wabe
be germî řabwêre şew be yadî diłberit «kamîlPen name»!
legeł nařastekan sard wek nesîmî berbeyan wabe