bewrî beyan

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  684 Dîtin
legeł dujmin «îmamîNasnava edebî»! herwekû şêrî jyan wa be
le pêş piřdanyan řaweste, wek bewrî beyan wa be
be dax û derdewe boçî çemîwî? aheket tîre
legeł xełkî zemane řast wekû tîrî kewan wabe
egerçî herwekû kîseł le qapêlkî xema xewtûy
le kalana mewêste herwekû tîẍî deban wabe
le řîzî ’aşiqanîş herwekû mecnûnî mał kawil
le dûy xêł û kejawey leylî herwek sarewan wabe
le ’îlmî sêḧir û neyřeng û fisûn qey nake têkoşe
heta pêş çawî dujmin wek şik û wehim û guman wabe
be germî řabwêre şew be yadî diłberit «kamîlNasnava edebî»!
legeł nařastekan sard wek nesîmî berbeyan wabe