xet û xał

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  766 Dîtin
xet û xał û zulf û birjoł le nizîkî çawî meste
hemû zar û ceste xeste, hemû şêt û dest beste
yekê dûr û yek nizîke, yekê nizim û yek biłinde
hemû kewtû, řewtû, sersam, wekû leşkirî şikeste
çi qebîleyêkî şoxin qułezengî xêłî leylî
ke be hoy ewînî mecnûn dexzên be destedeste
diłî řût û qûtî ’aşiq be humêdî řojî kułme
ke bizanê ’aşiqî řûy ewe řût û řojperiste
be dizî dexate esto serî zulfî ’aşiqî řûy
ke dezanê xoş merez bûm, çi cwanî kirde řiste
hemû ’aşiqanî zarî be qisêkî xoş deřeqsin
le demî eger bibîsin, çi giringe ew mebeste
emnîş diłim lewê bû be îşareyêkî çawî
hełîgirt û birdî, fermûy de «îmamîNasnava edebî» heste beste!