gułberîşim çû

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  758 views
hemû sałê xezanî guł bû bo min, gułberîşim çû
gułim çû, sunbulîşim çû, diłim çû, diłberîşim çû
çemen tenya gułî çû, min be carê małî wêranim
kesim çû, serwerîşim çû, muřebbî û řêberîşim çû
le baẍa bergî guł çûbû be taracî xezan, bo min
qełem çû, name çû, teb’î řewan çû, defterîşim çû
’ecayb payîzê bû, şextekey cerg û diłî birdim
dił û cerg û henaw û mał û ḧał û hem serîşim çû
xełk şûşey gułî deşkêt û min şûşey diłim, çibkem
xełk sûsenberî deřjêt û min mû’enberîşim çû
xełk xanwêkî dinyayî deřûxê mat û ḧeyrane
emin ey xak beser xom, mizgewt, hem mînberîşim çû