azarî dûhem

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  437 views
yanzey azare, yanzeyî azar
çune newroz û gułzarî behar
omîdewarîn xwên neřjêtewe
bibê be mergî xwênimj û zordar
gulukî baẍan be xwên şîn debû
awî xunçan bû lenaw lalezar
befir û xwênî sûr suxmey qendîl bû
gwêçk keř bûbûn le nałey řûbar
lebatî baran agir debarî
le kanî şaxan xwên dehate xwar
gel firoş bê «samPen name» biçte goř newek
kurdustan biden be zêr û dînar