azarî dûhem

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  438 Dîtin
yanzey azare, yanzeyî azar
çune newroz û gułzarî behar
omîdewarîn xwên neřjêtewe
bibê be mergî xwênimj û zordar
gulukî baẍan be xwên şîn debû
awî xunçan bû lenaw lalezar
befir û xwênî sûr suxmey qendîl bû
gwêçk keř bûbûn le nałey řûbar
lebatî baran agir debarî
le kanî şaxan xwên dehate xwar
gel firoş bê «samNasnava edebî» biçte goř newek
kurdustan biden be zêr û dînar