bo bûnî yekêtî qutabyan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  490 views
supas set supas bo ew xudayey
xwên bû qutabî toy hêna kayey
yekdî girtin û jyan û jînewey
biřway yekêtî û zindî bûnewey
le bo xwêndin û řêy awedanî
pêşkewtinî kurd mêjûy însanî
her ’îlim û xwêndin peyamtan debat
bo hebwekanî kewn û ka’înat
xwêndin yekgirtin ey řołey şêran
detanba bo mang bo naw estêran
yekgir nîn boyê perş û milkeçin
dena kemtir nîn lewaney deçin
řołanî şêrin her yekdî girbin
ta her le jînda zana û nemir bin
bixiwênin le řêy azadî û řizgar
bibin be mergî zułim û îsti’mar
penca sałe wa çaweřêtane
le řêy yekgirtin le bin pêtane
awte xwaze samPen namey lêqewmaw
yek bûntan bibê û bibînê beçaw