řolanim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  448 views
xwêndine mîllet bibînê û çare bo bê çarekan
dîl û sergerdan xelas ka zû leser sêdarekan
xîret û merdî bibexşê û payedarî lawî kurd
koşkî xwênimj bênte jan û zułmetî zordarekan
***
cehle serçawey nezanî û zîdî mîllet perweran
çûne bergî xofroşî û pyawî lortî henderan
xwêndine biřwa le mêşk û naw diłan cêgîr deka
çek leşan bo mafî kurd û çune şax û sengeran
***
’îlme gyanî ademîzad sulḧî řoj’awa û hełat
çareser bo çînî birsî û awedanî naw wiłat
zeřře bo jyanî gelan û nan û danî mîlletan
cehle wek şêran neřandî û paşî wek řêwî hełat
***
samîPen name besye çaw hełêne dujminit wek gurgî har
wa le kozî kurdî merdit hate baẍ û mêrxuzar
to hetakey wa le xewday bîr û hoşt win dekey
şerme bo to ger edîbî xame bêne dest û kar