êwey nebez

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  443 views
be xwênî êwe gułî azadî
şîn bû demî da bo mujdey şadî
supastan deka be laşe û bezar
xwênî pêşmergey le dem dête xwar
çunkî bew xwêne awî dirawe
her boyê xwênî le dem tikawe
deyka be baẍat şax û dêmekar
ew xwêney řija lenaw berd û dar
ew pêşmerganey ke qet nabezê
wek kurdî xa’în qet danabezê
ewey le şaxan merde û maytewe
le emin û umem dengî daytewe
herçend le deştin pêşmergey wiłat
nasran lelayen řoj’awa û hełat
pêşmerge xoy û laşew û nawî
bûyne awî dem gułî xwênawî
zor be «samPen name» tirin le leşkirî sûr
bûyne celladî zordar û ẍirûr