gelawêj katê hełhat nîwe şew bû

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  973 views
gelawêj katê hełhat nîwe şew bû
ke çawî mestî ew şoxe le xew bû
beyan bû xunçe pişkût û huzarîş,
xewałû kifit û koy bîdarîy şew bû
henasem zułfekey lada leser řû
ke mang awabû emca mange şew bû
gutim: bextî xewałû zûke! zûke
deheste hatnî řojit beşew bû
meger wa tarîk û řûnî beyane,
ke řoj hełhat be bonhî koçî şew bû
ke ew řoyî bizanin min nemawim
ke bûnî min le sayey manî ew bû
le řêy hata nehat emcare ’ewnîPen name
le meydanî girew espî cidew bû!