dił le beynî teł’etî řû û zułfekey deycûwirte
«dił» (legeł diłdar dayanawe)
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
1 minutes
1345 views
dił le beynî teł’etî řû û zułfekey deycûwirte
gahê meylî şew ekat û gahê meylî nûrte
beḧrî ’ummanî siruşkim wa bedem giryanewe
piř le daney gewhere hem le’lî wêney sûrte
badeket piř jehrî mar bê, bîde pêm noşî dekem
çunke teb’im hênd mutî’e bendeyî meysûrte
sa ezanî çend peşêwe ew diłey bîmarî min
pey kirawî tîrî ẍemzey çawekey mexmûrte!
asmanî ḧusnî řuxsarit le ebro û çerxî řû
taqî ebrot dû hîlal û çerxî kułmey xorte
xunçekey neşkifteyî lêwit le baxî meqsedim
ta demî pişkutnî dił bulbulî menzûrte!
arezûy em şî’re «diłdar» to le «’ewnî» bo dekey
çunke em ẍembare daym bo weten mecbûrte!