cwanî û şoxî weku taqî kirawe

cwanî û şoxî
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  972 views
cwanî û şoxî weku taqî kirawe
kirasêke be bałay to biřawe!
ke to řût kirde gułşen aşkira bû
ke serû ney le paş bałat çemawe
gułîş wîstî beramber řût bwestê
hełey kird û be dił tengî geřawe
nîgarî û şoxî her şayanî toye
le kořî dulberan wa mor kirawe
le şwênî xom necûłêm berjewende,
hemû řêga le řûy min daxrawe!
be xende û nazî lêwu çawî kałî
çi aşûbêke bo min řêk xirawe!
be her lada biřom zeḧmet ke derçim,
le her hengawê sed daw danrawe!
le dewrî to xyal û hest û hoşim
be şêwey perçem û zułfêkî xawe
le dûrî to le xaney xem nişînî
ewendey mawe jîn meḧkûm kirawe!