çîm le camî meye min çawî xumarim gereke!

çawî xumar
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  1101 views
çîm le camî meye min çawî xumarim gereke!
bo meze maçî dem û lenceyî yarim gereke
bulbulî goşeyî gułzarî hîwam lem çemene
min le baxî emelim xunçey zarim gereke
baxewan lêm mebe diłgîr ke le baxt degeřêm
hîç nyazim nîye her sêw û henarim gereke
şwênî ew aske kewtim le hemû deşt û herêm
wa mezanin le hemû geştê şikarim gereke!
qametî dulberî min serwî çemen araye
lem çemenzare bełê lencewwilarim gereke!
ba hejarîş bêt bełam xû û řewştî berzî
min miřov dostim û nek koşk û telarim gereke
em bełêney be minit fermû gutit: «dême juwan»
çawe řêm řoj û şewm we’deyî parim gereke
sûdî derya ke dełên zore bełam tirsî heye
zêř û zîw nirxî nîye seyrî kenarim gereke!