dulberî şox û nîgarim ke be yek ẍemzeyî çaw

erxewan
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  996 views
dulberî şox û nîgarim ke be yek ẍemzeyî çaw
hest û hoş û dił û dînî ke řifandim le nikaw
xom deparast û detirsam le hemû řûdawêk
le wuzey min nebû dubare minî xistewe daw!
her le êstawe be hîwame eger řêk bikewê
çî le diłmaye biłêm pêy be wituwêjî tewaw
bese azar û siza û serkeşî bê endaze
bo feramoşî dekey řojî ceza xane řimaw
pêt biłêm xizmetî bêgane çîye encamî
řûřeşî û çaw leberî û milkeçîye û qingî diřaw
erxewan bem gway surit mebe bayî le behar
wêneyêke kewerit, girtuwe le ḧwênî řijaw
textî biqlîse beser merzî mina tê depeřê
cêy nîye zor û kemîş pêy bikewê tîşkî hetaw
neku diłgîr bê lewe şahî silêman řojê
leşkirî bê bigrê ’erd û sema û řûberî aw
hudhudî badî seba bonî gułî pexşan kird
besedan pîrî be sała çû hemû bûnewe law
çi beratêke ke sûd bexşe be berkê bikewê
şadman bextewere dûre le ajawe û daw
em şewe dwa şewî şe’bane ewind xot mest meke
ta şewî cejne dełên dengî nema tepłî diřaw!