lem kulbeyî eḧzane, ’eşqî senemêkim bû

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  1873 views
lem kulbeyî eḧzane, ’eşqî senemêkim bû
lem çoł û byabane, baxî îremêkim bû
ey dił be xeta takey, mayl be xetakarî?
dwênêke demêkim bû, emřo nedemêkim bû
bê hawdem û hemta mam, bo xelwetî tenyayî
bo mu’nîsî eḧzanî guł ẍunçe demêkim bû
axir felekî bedkar duçarî ẍemî kirdim
carê le xwa wesłî leb camî cemêkim bû
şaysteyî şahî bê, tuřey serî zulfeyne
lem cumle ’elamate, qamet ’elemêkim bû
şew boyî serî zułfî, aşfite diłî kirdim
dernaçê le dił daym, herçend ke kemêkim bû
’ewnî ke be xamoşî, řazî diłî penhane
batîn le xeter daye, perwane şemêkim bû!