mela kake ḧemey bêlû - ke be narî be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1707 views

mela kake ḧemey bêlû - ke be «narî» be nawbange - le merîwanewe nameyek bo şêx meḧmûdî ḧefîdzade enûsê, wêney nameke mêjûy tya nebû, her wekû xoy bo wêney edebêkî kurdî nûsrayewe:

řoḧ û dił qurbanî nałî kewşeket
ser be sergerdî ḧesar û ḧewşeket
da’ma muḧtac û muştaqim le bo;
gencî yadî xatrî bê xewşeket!

eger le řêgey merḧemetewe ḧałî em pîre ẍułamî xotane menzûr bifermûn be kurdî û be kurtî emeye ’erzim:

be têẍî mîḧnet û derd û cefa cergî mela let bû
bełê me’lûmî afaqe mela nîwey melalet bû!

we eger meylit be beyanî tûlanî bê û arezût le ḧîkayetî «qwîle» û «çuçanî» bê emeye ’erzim:

dûr le to çawim bê bînêş mawe, qwey bîstinim bo nałe û girmey hewrî beharî nemawe, ḧewasim seraser fewtawe, diłim be agirî meḧrûmî wek kebabî suleymanî birjawe, cergim le qazanî sîneda be biłêsey dûrî wek «siłq»y kerkûk kuławe! hemîşe çaweřêgey ḧafîzim bo yasîn, muḧtacî hatnî melam bo tełqîn, ma’lî şeş gez caw û dû gez xakim bo tekfîn! welê eger beşaretî mujdey sirûr û selametî zatî mubarektim zû pê biga - ke bo min mujdey awî ḧeyate - yeqînim waye çawim bibê be dûrbîn û zeřebîn, we legeł ḧezretî «xidra» le ḧeyata misawî ebîn!

’erzî «mixsus» koç û kiłfet û daykî «se’îd beg»y badełanî penayan hênawe be ẍułamî xotan, leser waqî’ey ke nisbetî qetłyan le «se’îd beg» dawe, we fî’len meḧbûse û le ḧebsixaney ḧikûmetaye, naçar minîş ewa penam be qapî mubarekit hêna, şayed fikirê be ḧałî ew bifermûn ke şayed le zeḧmetî ḧebsa necatî bibê, me’lûm em pîre ẍułamî qapîy xotane ta qyamet mesrûr û memnûn û muteşekkîrtane, îtir herçê biłêm zyadeye. ẍułamî dergay xotane. «narî»