mela kake ḧemey bêlû - ke be narî be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1313 Dîtin

mela kake ḧemey bêlû - ke be «narî» be nawbange - le merîwanewe nameyek bo şêx meḧmûdî ḧefîdzade enûsê, wêney nameke mêjû tya nebû, her wekû xoy bo wêney edebêkî kurdî nûsrayewe:

řoḧ û dił qurbanî nałî kewşeket
ser be ser gerdî ḧesar û ḧewşeket
da’ma muḧtac û muştaqim le bo;
gencî yadî xatrî bê xewşeket!

eger le řêgey merḧemetewe ḧałî em pîre ẍułamî xotane menzûr bifermûn be kurdî û be kurtî emeye ’erzim:

be têẍî mîḧnet û derd û cefa cergî mela let bû
bełê me’lûmî afaqe mela nîwey mela let bû!

we eger meylit be beyanî tûlanî bê û arezût le ḧîkayetî «qwîle» û «çuçanî» bê emeye ’erzim:

dûr le to çawim bê bînş mawe, qwey bîstinim bo nałe û girmey hewrî beharî nemawe, ḧewasim seraser fewtawe, diłim be agirî meḧrûmî wek kebabî suleymanî birjawe, cergim le qazanî sîneda be biłêsey dûrî wek «siłq»y kerkûk kuławe! hemîşe çawe řêgey ḧafîzim bo yasîn, muḧtacî hatnî melam bo tełqîn, ma’lî şeş gez caw û dû gez xakim bo tekfîn! welê eger beşaretî mujdey sirûr û selametî zatî mubarektim zû pê biga - ke bo min mujde awî ḧeyate - yeqînim waye çawim bibê be dûrbîn û zeřebîn, we legeł ḧezretî «xidra» le ḧeyata misawî ebîn!

’erzî «mixsus» koç û kiłfet û daykî «se’îd beg»y badełanî penayan hênawe be ẍułamî xotan, leser waq’ey ke nisbetî qetłyan le «se’îd beg» dawe, we fi’la meḧbûse û le ḧebsixaney ḧikûmetaye, naçar minîş ewa penam be qapî mubarekit hêna, şayed fikirê be ḧałî ew bifermûn ke şayed le zeḧmetî ḧebsa necatî bibê, me’lûm em pîre ẍułamî qapî xotane ta qyamet mesrûr û memnûn û mitşikirtane, îtir her çê biłêm zyadeye. ẍułamî dergay xotane. «narî»