kabrayek lew xware řêbwar tûşî bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  759 views

kabrayek lew xware řêbwar tûşî bû, be tûşî kabrayekî tirewe ke danîştuwe û nan exwa, emîş çû selamî kird û danîşt, kabra hîç xułkî nekird bo nan xwardin. înca qapî qisey legeł kirdewe û pêy wit: to ezanî min le lay małî êwewe hatûm? kabra witî: řêgeket bewêda buwe! witî: jinekem çaw pêkewt, zikî piř bû. witî: řast ekey ke becêm hêşt zikî piř bû! witî: ke min lewê bûm mindałî bû. witî: dyare jinî zikpiř ebê mindałî bibê! witî: dû kuřî bû. witî: ewe daykîşî her dû dûy ehêna. witî: yekêkyan mird! witî: wa dyare daykî şîrî dû mindałî pê nedrawe. witî: zorî pê neçû ewî tirîşyan her mird. witî: ewe le xefetî birakey bû! witî: paş ewan daykîşyan mird! witî: dyare yekê dû kuřî leser yek bimrê le tawana xoyşî emrê!

ta em qisaneyan kird kabra le nanî xoy bowe û hemûy xward! înca pêy wit: lam waye naneket be dem xoş nebû? witî: axir her leber ewe bû ke beşî tom neda, witim ba toyş tûşî ew naxoşîye nebî!