şehî xusrewmîsalim qesirşîrîn terk neka çake

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  795 views
şehî xusrewmîsalim qesirşîrîn terk neka çake
wekû ferhad emin bo ew derûnî sînekem çake
le dermałî xudada şafî’im bo manewey qesrî
şehî textî le’emrukArabic serferazî tacî lewlakArabice
le ẍewsî e’zemNamed-Entity û sułtanî cem’î ewlya hîmmet
dexwazim ta ke cêgîr bê le qesir ew ’unsûre pake
miḧemmed tahîrî ecwed, netîcey ḧeyder û eḧmed
ke barî duřřî la berde ke kogay zêřî la xake
umêdim toy xudaya bê ẍubar bê ayetî sîney
be nûrî ew şewî bextim be ’eynî řojî řûnake
qułî firmêskî min wek coşî sîney xakekey qesre
xudaya řeḧmetê bem dar û berd û xar û xaşake
ke sûtam wek şem û tahîrPen name wekû perwane çak birjam
mekanim bezmî meḧbûbe meqamim fewqî eflake