be tałî boç le şarî qesrî şîrîn derbiçê yarim

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  607 views
be tałî boç le şarî qesrî şîrînNamed-Entity derbiçê yarim
dexîle ẍewsî e’zem hîmmetî xot ke mededkarim
kizey sozî henasey serd û germî agirî daxim
zelîlî destî bêganem esîrî bendî eẍyarim
şikawe şûşekey xatîr be berdî te’nî bedxiwazim
tikawe qetrekey ḧurmet be awî tałî guftarim
eman lafawî firmêskim neka xaney emel kawil
dexîle bay henasem ba neba ewraqî asarim
bese yarî cefay meḧbûb û taney herkes û nakes
xudaya hîcrî qîblem ba nebête řenc û serbarim
le qapî řeḧmetî toda be pestî berze lałey min
îlahî min cefapîşem xudaya min gunakarim
be ḧeqqî ew kesey wa cur’enoşî bezmî lewlakArabice
derûn çakim desa řeḧmê be ḧałî xeste û zarim
emin bê ḧurmetim xot ḧurmetî dosanî xot bigre
leber xwarî û zelîlî dostî to min berze hawarim
miḧemmed tahîrî tahîrneseb ha qelbî ẍembare
minîş tahîr le çawan bo ẍemî ew eşkî xwênbarim