dił ke sermestî îşarey nêrgisî canane bê

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  1115 views
dił ke sermestî îşarey nêrgisî canane bê
namewê qed badenoşî meykedey meyxane bê
to xwa takey emin qurbantim serwî řewan
řazî ’eşqî min le kûçey şarda efşane bê
bes le gułzarî řuxt murẍî diłim aware ke
ḧeyfe şem’î ’arîzit bê bulbul û perwane bê
leḧzeye nemdî, ke dîtim taqî mîḧrabî birot
tarî kakołit be şaney ahî min tata nebê
xêwetî qutbî le meydanî muḧebbet heł dedem
murşîdî ’îşqim eger ew mahî nûr efşa nebê
çawekem çake le pêş çawî cemî’î xas û ’am,
bulbulî wek min le gułbaxî demit bêgane bê?!
namewê bew şerte şu’ley aftabî bê beqa
řojî řuxsarî ’elî xanNamed-Entitym le ser awa nebê
çend be şîrînî deçê qîblem le řêgey mekteba
řoḧî şîrînim fîday xaşakî mektebxane bê
xizmet û gerdin keçî qabîl be min bû ’aqîbet
îltîfatêkit nebû wa layqî aẍa nebê
çîm le maçîn û xeta dawe, heta maçînî min
perçemî çîn çînî şîrînanî mektebxane bê
lêm geřê ba keşfî řemzî mes’eley xałit bikem
şarîḧî fitiḧ alimbînArabic çawim debê îḧya nebê
naryaPen name bo şî’rî medḧî şoxî şîrînî ’elî
ḧeyfe eş’arit be terzî beytî bêkarane bê