ẍezel ger letîf û teř û taze bê

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  379 views
ẍezel ger letîf û teř û taze bê
debê tan û poy mûy berî xaze bê
biřo sale - -Missing teqella bide
be dest bigre to xate ya xaze bê!
le pêçałe konî ewana meko
serewser ke, emma be endaze bê
le řeşmałyana xeyanet nekey!
newek dem şiř û dengî awaze bê
be nîwgez berî tecrebey lazme
ne zor û ne kem wek berî şazebê
berî bê bepanî le bo xew be şew
be karî qute û borewu baze bê
qewî bê le siftî temaşa meke
ber û piştî wek texte derwaze bê
meta’î weha çake lem ’esreda
ne şî’rî be me’na û teř û taze bê