zerfî mîna şahî min mezrûfî ełmasî dewê

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  1789 views
zerfî mîna şahî min mezrûfî ełmasî dewê
wek kunî makîne derzî tîj û řeqqasî dewê
qet’î řêgey dołesûr û kanî germî bermuwan
hîmmetî çabuk swarî qewmî biłbasî dewê
beḧrî qułzum tecrebey qûłî be her kes nakirê
îmtîḧanî bêxî derya şexsî ẍewwasî dewê
çawî mêrû muşkîle teşxîsî ew bê zeřřebîn
mahî new dozînewey ew, zyade îḧsasî dewê
wez’î bê zerfî lebo to, îşî bê zerfî nîye
bû, ke şimşêrî micewher, meḧfezî xasî dewê
muxteser zerfî zerîf û şemi’danî wek bilûr
şem’î kafûrî mîsalî bê girê û řasî dewê