’umir zay’ bû me bê dilber ’ebes

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  618 views
’umir zay’ bû me bê dilber ’ebes
wey! tevî ’umrê me borî berAlternative Versions: li vî ’umrê me borî her ’ebes
dil emanet da bi na’ehlan nedî
Alternative Versions: lew bi na’ehlan me da gewher ’ebes
da di seyra ’işqê bê dilber neçî
lê dibit seyra te bê dilber ’ebes
puř di pê weslê me se’î û cehde da
cehde û se’ya me hatin der ’ebes
se’î û cehdê em bikin meyxaneyê
ew ku naçit se’î û cehda ber ’ebes
dest hêlîn em di se’î û cehdeyê
cehde û se’ya me narit ser ’ebes
ah wê kuştim bi derba xencerê
ma di mêlakê diretAlternative Versions: diçit xencer ’ebes
dil ji derba kaşowan bû parepar
go di meydanê dibit sed ker ’ebes
mehdera vî suxteyî îro bikinAlternative Versions: mehdera min ê bikit îro ji wê
ez dibêjim nabit ev mehder ’ebes
kifşe me’na kê li lewḧê sîm Alternative Versions: wî
nuqteyê misk û xetê ’enber ’ebes
da melaPen name hişyar bibîAlternative Versions: ey mela hişyar be lê puř kesan
sîne puř lêdane seng û ber ’ebes