namê ’enberişkenê bêt tu ’enber meke beḧis

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  566 views
namê ’enberişkenê bêt tu ’enber meke beḧis
bil ji wê silsile û zulfê mu’enber meke beḧis
veke lêvê û ji nêvê bwerîn qend û nebat
ji lebê le’lê şekerbêj û ji şekker meke beḧis
bi ser’enguştê ’eqîqî bide fincanêAlternative Versions: şehkasê reḧîq
abê ḧeywan te çînAlternative Versions: abê ḧeywanê mebêje tu nav û ji kewser meke beḧis
zerîyên şubhetîAlternative Versions: şehla û duřdane bibin şahdê bezim
ji genim řeng û syehçerde û esmer meke beḧis
dê bişaret ji işaret ji neyê bête sema’
tu ji nayê û semayêAlternative Versions: sema’ê bike bawer meke beḧis
dê nihanîAlternative Versions: wê nihalê bi der’aẍûş û bidî canê şirîn
şaxê ’umrê bixiwe ber jê û ji qeyser meke beḧis
ayetê ḧusnê mufessel ke ji keşşafê cemal
’ilmê ’işqê bike tefsîr û ji defter meke beḧis
razê dehrê ji siphirê tu nizanî bi cedel
ḧikmetê dawere tu ji ḧikmetê dawer meke beḧis
abê ḧeywan te divêtin tu bibe hemrehê xizir
camê cem bîn û ji dara û sikender meke beḧis
ji ezel ’aqbetê kar ku me’lûm nebit
camê mey nûşe û ji teqdîr û muqedder meke beḧis
dilê yarê me nebû nerim bi sed abê girîAlternative Versions: ab wigrî
ji dilê dilberê ma û berê mermer meke beḧis
tîr sedAlternative Versions: sed teber têne ceger sîne li ber maye çeper
ji dil û cergê kul û sîneyê kerker meke beḧis
şîrê elmasê kişînit tu ji lam’ deAlternative Versions: çi ji lam’ dê xeber
vekirit ḧuqqeyê yaqût ji gewher meke beḧis
ji şefeq zuhre xuya bit tu binê perwîneyan
cebhetê «ewArabic» binumît tu ji meh û xawer meke beḧis
li rûyê yarê du meh new me qiran dîne di mestAlternative Versions: dû hilal wê di qiranin li řuyê yarê me dî
tu ji seyr û qemer tal’ û exterAlternative Versions: tu ji seyra qemer û tal’ê exter meke beḧis
puř ji dêmê û xet û xalan te xeber daye melêPen name
nezerê wer bide bejnê ji mufesserAlternative Versions: sinewber meke beḧis