’umir zay’ bû me bê dilber ’ebes
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
1 Xulek
1036 Dîtin
’umir zay’ bû me bê dilber ’ebes
wey! tevî ’umrê me borî berNusxeyên din: li vî ’umrê me borî her ’ebes
dil emanet da bi na’ehlan nedî
lêNusxeyên din: lew bi na’ehlan me da gewher ’ebes
da di seyra ’işqê bê dilber neçî
lê dibit seyra te bê dilber ’ebes
puř di pê weslê me se’î û cehde da
cehde û se’ya me hatin der ’ebes
se’î û cehdê em bikin meyxaneyê
ew ku naçit se’î û cehda ber ’ebes
dest hêlîn em di se’î û cehdeyê
cehde û se’ya me narit ser ’ebes
ah wê kuştim bi derba xencerê
ma di mêlakê diretNusxeyên din: diçit xencer ’ebes
dil ji derba kaşowan bû parepar
go di meydanê dibit sed ker ’ebes
mehdera vî suxteyî îro bikinNusxeyên din: mehdera min ê bikit îro ji wê
ez dibêjim nabit ev mehder ’ebes
kifşe me’na kê li lewḧê sîm dîNusxeyên din: wî
nuqteyê misk û xetê ’enber ’ebes
da melaNasnava edebî hişyar bibîNusxeyên din: ey mela hişyar be lê puř kesan
sîne puř lêdane seng û ber ’ebes