’er’er xerame bi qedid û qamet

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  638 views
’er’er xerame bi qedid û qamet
yek bûse da me bi sed qyamet
yek bûse bexşî ewwel bi iḧsan
axir li min kir curim û ẍeramet
ji jeng û zerqê dil da bişotinAlternative Versions: bişûyîn
cama sedef bin řendAlternative Versions: řeng û keramet
ji herdu çeşmên tey mest û xûnrîz
nûraAlternative Versions: tořa du çeşman kê dî selamet
li derd û êşan peykan û nêşan
me ji dil di çehvanAlternative Versions: me ji herdû çeşman, me ji herdû çehvan kifşin ’elamet
řiswayê ’işqê ne tenha ez bûm
Alternative Versions: kes dî zemanan ḧub bê melamet
du secde ferzin «fî alḧalArabic» bibîn berAlternative Versions: ewwel bibin ber
dema xuya bin ew qedid û qamet
da ’eybê řendan nekî bi badêAlternative Versions: bi bazî
«nufûsu qewْm bîha tesametْArabic»
melaPen name li ’umrê bê feyde borî
kuşta bi zorî qehir û nedametAlternative Versions: kêşaye rûzan cewr û nedamet