ewwel ku yarê da me yek zerreyek ’inayet

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  666 views
ewwel ku yarê da me yek zerreyek ’inayet
qismet me xemir û came diAlternative Versions: ji (beẍda), cam bû ji (amed) deftera hidayet
ḧusin û cemalê canan nadêrtin tu payan
her çi nebit bidayet eslen nehin nihayet
feyza ’ulûmê ḧikmet cama sedef ku gêřa
me ji destê muẍbeçan dît bi musḧef û bi ayet
’arf ḧeta nenûşî ji destê meyfirûşî
ẍa’ib nebû ji hûşî peyda nekir wilayet
gunah û zuhdAlternative Versions: gunahê zuhd û tamat hil nagirt xerabat
kesê bi vî derî řetAlternative Versions: bêt divê bikit ri’ayet
’işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser kir
lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet
«şakî alsilaḧArabic» her dem bi kuştina melê bitAlternative Versions: bê, bi kuştina me her tê
gaznideyan ji kê kim ji kê bikim şikayet?
cama diAlternative Versions: ji destê şahd jengê ji dil dişotin
pîrê muẍan ji řendan weh weh dikir rwayet
etwarê ’işq û mestî esrarê butperestî
teqrîrê sed rwayet nakit li bo kifayet
«lîtme’înّe qelْbî, ’eyْnu alْyeqînْArabic» dibexişt
«’eyْn alْ’yanArabic» divêtin kafî nehin dirayet
mîrî û padşahî mûyek li nik melayî
nadim bi mulkê ’alem yek zerreyek ’inayet