yadî toye, senema! yek be yek endîşeyî min

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  447 views
yadî toye, senema! yek be yek endîşeyî min:
şuẍłî min, şêweyî min, fîkiretî min, pîşeyî min
nexlî hestîm be cefa sebze le baẍî dunya
şaxî min, ẍusseyî min, mîḧnetî min, řîşeyî min
bo qubûł kem be ebed nazşî saqîy beçeřû?!
eşkî min, badeyî min, dîdeyî min, şîşeyî min!
řûbeřûy heybetî ’îşqit le hunerda esedim
xwênî min, tu’meyî min, kulbeyî min, bîşeyî min!
ḧerekatim wekû ferhade, leřêy mîḧnetî ’îşq
kohî min, sîneyî min, naxunî min, tîşeyî min
cerg û dił puxte ke «salimPen name» be zyafet bo dost
dîgî min, sîneyî min, hîmmetî min, pîşeyî min!