be efsûnî nîgahî sîḧrî dîdey nazenînî min

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  545 views
be efsûnî nîgahî sîḧrî dîdey nazenînî min
be ba çû serbeser mayey ḧeyat û ’eyş û dînî min
le şorî bextî bed yaran le dunya şîwenî xom kird
menên bo te’zîyey fewtim bînayî şor û şînî min
cuda nabê ebed sê řeng leser sê řû heta demirim
dił û mîḧnet, ser û zanû, siruşk û astînî min
muheyyaye mekanî ten le xak û xare û xara
le cêgey řextî xwab û bałşî tekye û serînî min
binûsin ḧerfî mîḧnetha le çakî kifnî min yaran
wekû dunya le ’uqbaş ẍem bibê ba hemnişînî min
diłim fellaḧ û sînem werde, eşkim nehir û ẍem bezre
sed ender sed deda ḧasił le her werza, zemînî min
be řeng salimPen name çi sehle subḧî newroz, ger be yelda bê
bebê řûyî cîhanefrozî yarî nazenînî min