beyta zembîlfiroş
Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
7 Xulek
2667 Dîtin
dê dê hilon dîsan bi coş
carek ji carê mey binoş
bêjim qisa zembîlfiroş
da seḧ bikîn ḧikayetê
zembîlfiroş lawê rewale
bi kulfet û ehil û ’eyale
ḧusna yusvî li bale
ḧeq rizayê qismetê
zembîl firoş lawê feqîre
di sin’etê xoda esîre
da’ma yê ḧeq li bîre
rast bi kerestê sin’etê
kerestê sin’et tebeq bû
da’ma ê rast û ḧeq bû
qîmeta selkan wereq bû
pê didêrit kulfetê
kulfetê qismet li wî bû
zêř û mal çu bi xwe ne dî bû
qîmeta selkan bi lepî bû
her bi dest meşẍeletê
her bi dest zembîl di besta
dibirne bazarî ji qesta
xwarnek pê di hate desta
razî bû bi wê qîmetê
rojekê selkan ku tîne
xatûnek jorda dibîne
bi dil û can di ḧebîne
ketye benda meḧbetê
meḧbetê kiç mubtela kir
siř li carya aşkirakir
lawekî qelbim cudakir
min ji ’işqan xew netê
ew letîfa reş xumare
carîyek jorda hinare
tu heře bêjê bi zare
bîne ser mesleḧetê
10
carîya di xewfa xudê ne
ew bi vê lehbê di têne
mîr ji te selk divêne
lê di gêřn ḧîletê
tu çêke selkêd çake
bîne dergahî behake
mîr ḧeqê te dê edake
şuẍleke xêra te tê
law rabû çûbûye male
çêkirin selkê delale
anîn dergahê rewale
rizq ewe xudê bidetê
selk birin bi jor hinare
dît carîyek hate xare
mîr ji te divê dîdare
da tu bêjî qîmetê
law dibêjit ma wenîne
qîmeta selkan çunîne
hindî pê bidet bo min bîne
razîme bi wê qîmetê
carî dibêjit qîmetê be
law nizanit pend û lêbe
çûne bal mîran ḧisêbe
ew nizanit ḧaletê
law bi wê lêpê nizanî
bê fikir ew çûye banî
derge dada dergevanî
çi belabû law ketê
wî ku dî der pêvedave
ẍeyrîye lê reng û çave
gu: yeqîn ev, ḧîle dave
ez dê bînim zeḧmetê
weqtê bihîstî ew xeber
rondik ji çava têne der
barîn li ser rûyêd wezer
girya me ji bo ḧalê xwe tê
carîya piř lêp û pende
law bi bal mîran vexwende
dî şepalek leb ji qende
qet kes nedabû wesfetê
20
lawkê rastî v xudêřa
ber ji vî rengî digêřa
min ji te nevê çu zêřa
min xilas ke ji zeḧmetê
van çoxela v ber te dikim
te têkřa sor û zer dikim
misk û ’imber , mawer dikim
tu bes bigir vê ḧuccetê
ev çox ji bo min çêtirin
hindî ku leş pê bistirin
padşahî ew qebûl kirin
da biçme nîva hêşetê
kiç dibê lawê byanî
lew dibêm da tu bizanî
min ji bûya dil tu anî
da bibînîn ḧeşmetê
law ji xatûnê di bête
tu mexaz ya dil divête
da ji ḧeq nebin fihête
rûspîbin qyametê
xatûn dibê çare tunîne
şerim meke were nivîne
min bi te daye evîne
da bi bînim ji te lezetê
law dibê tirsim ji cebarî
du ḧeram bêne dyarî
agirek wê li me bibarî
ez û tu bikin tewbetê
kiç dibê bavê xeyalan
were nêv doşek û palan
bên bike zilfan û xalan
dûre roja axretê
law dibê ya bisk ḧerîre
ew di pîrozbin li mîre
çi ḧeddê lawê feqîre
dest bete vê suḧbetê
kiç dibê lawê verêvan
were nav reyḧan û sêvan
şekirê bimêj bi lêvan
şibhî cama şerbetê
30
law dibê qenca temamê
ser û bejin li min ḧiramê
her wekî xemra di camê
tirsim ji me’na ayetê
kiç dibê lawê rewale
er te ḧacet zêř û male
çî te xwest min kir ḧelale
bes bigir vê ḧuccetê
law dibê ez ney exîrim
zêř û mal çi bi xwe nedîrim
ji tirsa ê ḧeq newêrim
dest beme hilaketê
kiç dibê lawê ras ne
mîr li kirmancan qyas ne
te ji destê min xilas ne
hind bi te didim muhletê
lawî ḧuccet girtî gavê
dê teharet kem bi avê
ew nizanît dê xo avê
dûre ji vê qebaḧetê
ew şepala şux û meste
wê dema law av di xweste
mesîn hilgirt dave deste
ji bo te bikim xizmetê
law bi derket ji menzelê
diçûye ser banê kelê
qet çar nebû têda helê
mabû di fikir û heybetê
dema ku dî dil kerkirî
dil şewtî ew piř girî
rûda û evraz fikirî
bang kire şahê qudretê
bang kire padşahê (mibîn)
go: (ya dilîl alḧa’rîn)
tu şad dikî qelbê ḧezîn
xelas dikî ji zeḧmetê
ya xalqê reḧmet kesîr
ya ’almê bi qelb û zemîr
ḧemî siřan twî pê xebîr
fetaḧê babê şefqetê
40
fetaḧ tuyî miftaḧ bidest
tu xalqê herçî ku hest
yek car bi te min pişt di best
da min nedî hilaketê
cercîs bi mişaran biřî
eyûb wekî kirman diřî
yûsif wekî ’ebdan kiřî
te îna ser seltenetê
wan îbrahîm avête nar
pêt û pereng lê bûne sar
xudê (berate) jibo hinar
te xilas kir ji zeḧmetê
mûsa di nêv beḧra ’emîq
lê vekirin dwazde terîq
fir’ewn di nêv maye ẍerîq
teda cezayê şirketê
yûns ḧûtî dabel’and
kuh û weslek jê ne xeland
înaye dinya wekland
min sidiq û bawer bi tetê
bawer bikin vê gotnê
tûfan ku hat girte dinê
nuḧ û gemî man bi tinê
twî xalqê vê hey’etê
deşt û çya têk bûn beḧir
wan ’asyîw xelqê xwehir
cumle dinêv mane qehir
twî layqê weḧdanetê
ew îbrahîm avête nar
pêhit û pereng lê bûnesar
fyalḧal nedî jî bo hinar
xilas diken ji zeḧmetê
te xilaskirin ew ḧemî
dizanim ku tu ne na’mî
ez dê xwe bavêm vî demî
ḧewl û qudret ji bal tetê
lawê raste bi cebbare
dil yeke nabe dupare
xwe ji burcê avête xware
zû hate nêva hêşetê
50
cibra’île çistê sivk
dojê hewa gehşite nik
cwan deyna erzî sivk
vêra diket ’inayetê
cibra’île çîtê çelek
jorda fiřî ji her hefit felek
law li hewa girtî gelek
vêřa dida i’anetê
cibrayîl hatî ji kerem
law li hewa girt bi şerim
dayne ser ’erdî bi nerim
ji wîřa dikit ’inayetê
lawê rastê piř wicude
ewî ser bir bi sicude
şukir kir ji bu wedude
te xilaskir ji zeḧmetê
şukir û minnet ew law dixiwest
dîsan bi mal rabû bi qest
mîrî selk sitandin ji dest
kêşa birîn bi zulmetê
jinê hebû ’eqlek li dor
herçî selk sitandin bi zor
me sipare padşahê li jor
eda bikit di qyametê
jinê ku ew gotin kire
yeqîn ew mîr qani’ tire
welya xudê çû ḧazre
tu ’almê ẍeybanyetê
jinê gotê guh bidêre
em agirek bikin lêre
wekî dih û wekî pêre
betal nekin vê ’adetê
jinê ’aqil hebû li bal
da agirî helkeyn li mal
cîran nebin fikir û xyal
me navê zadê şubhetê
jinê tenwîr helkir sivk
zadek nebû bavê kuçk
derî girt û çûbû jink
mabûn di fikir û heybetê
60
tenwîr piř bû bi nan û aş
derî girt û çûbûye paş
xalq jicem xwe qismet mi’aş
tenwîr surbû ji ni’metê
cîranekê wan hate ser
agirek jwan xwast bi xeber
dema ku wan lê kir nezer
tijî te’amê cennetê
xêr da ewan ku bê ḧisab
înane der nan û kebab
şefqet li wan kir ey wehab
têrbûn ji zad û ni’metê
er bi roje er bi şeve
ta’et bikin hûn bi xeve
herçî raste ceza eve
da hûn nebin ji axretê
ya miḧemmed ẍemxiwarê ummetê
herçî ji min bawer netê
ne musteḧqiqî şefa’etê
mexrec dûre roja axretê
ey mîm û ḧêNasnava edebî xweş deftere
herçî ji min ne bawere
ne ji ummeta pêẍembere
ne la’qê şefa’etê