beyta dimdim

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 7 Xulek  1607 Dîtin
ḧelal kirye tahayê
mezhebê ve bikêrnayê
em dimirin na’êne rayê
axret xoştire ji dinyayê
2
qeda li dinyayê bi kevî
dê rûreş bin link nebî
qebûl nekin vî mezhebî
ḧemyan gu: bilavebî
3
ḧemîyan rayek vekir
go aferîn ’ehda te kir
avêtin tac qebûl nekir
li ser xatra ebûbkirKes
4
li ser xatra ’ummerKese
di rîya pêẍembere
xwe bikin ker bikere
rûspîbin da di meḧşere
5
rûspîtyê di meḧşerkin
hernê, wan kerbiker kin
bi gotna pêẍember kin
şehîd bin dinê terk kin
6
şehîd bin terka dinê kin
navekî ji xweřa çêkin
besse kelê asêkin
rabin vêkřa hew lêkin
7
rabû xanê zêřîn zende
subḧê vekir derbende
xelqê cindî dixiwende
reşandin zêř û qende
8
zêř û xil’et da wane
kamil ku bû dîwane
go: her çî bi îmane
subḧê werne meydane
9
subḧe roja şeřane
bikne axir zemane
destî li sîngan dane
serê me di qebza xane
10
di qebza xane li meydan
bifkirne şêremerdan
ḧemyan ku ev xeberdan
şehîd bûn dinyê berdan
11
dinyê berda ’ewanan
le’net bî li kal û canan
vêkira biçne sultanan
’ecem nekin emanan
12
subḧê çûne ’eceme
’esker rûbar û çeme
di pêş tê xan edheme
girtin dora dimdime
13
li bin dimdimê westabûn
ceyşê ’ecem ku rabûn
leşker ku lê cemabûn
te digo qyamet rabûn
14
dî dema nû ji ave
li dimdima çak di nave
ev kafir tac zirave
buswaş û qetil û rave
15
swaş û qetil û cenge
ḧisare piř tifenge
jê dibarin perenge
hingî tîr û xedenge
16
hindî ku ev ḧesarin
bereng ji wan dibarin
’ecem dibê çaryarin
lewřa dide’wadarin
17
lewřa tên wek berazan
li xoşmêran, li şahbazan
berdane gaze gazan
îrş birne endizan
18
îrş birne kullekan
top avêtne şebekan
wekî baran û şiřkan
têk diřêjin tifnikan
19
têk dirêjin ji banî
tifing û tîr didanî
xalq bi wan dizanî
bo roj axir zemanî
20
xalq bi wan xebîre
derhatin can û pîre
diřêjin tûp û tîre
rûspîbin xanomîre
21
rûspîbin xan ’ebdale
dirêjkirî mertale
çi şêrekê bê misale
dema ku bûye qale
22
dema ku bû sewaşe
dergeh kudane paşe
bo gazî û şabaşe
jihev dêxsitin laşe
23
ji hev dibirin dîle
bûye qirên û qîle
’aczibûn betil û fîle
beristine hev bi ḧîle
24
bi ḧîle û bi lêbe
wan kuştin bê ḧisêbe
lazim dê yek yekê be
go: besse heta sube
25
subḧê çûn ’eresatê
xelqê di vê bisatê
kafir lê dikin xebatê
hatne bin qel’atê
26
di qel’atê merestin
li dijminan qelestin
bo ceng û dabrestin
hefit hezar jê êxsitin
27
ji hev xistin hefit hezare
qoçî xelqê bijare
bûye hewar heware
qet rom nebû dyare
28
xeber nehat ji romê
’aczibûne ji domê
xelqo jê mekin lomê
hûn bifkirin li komê
29
hûn binêřn li xane
çi ḧikmet pehlewane
rom nayêne di hane
ẍîret karê mêrane
30
ez ji ẍîreta nebîme
ez şêrekê mukirîme
xan ’ebdalê buhtîme
ez jî bi navê vîme
31
bohtan ev nav geřande
babim bihîst ḧebande
îna li min nihande
bi vî navî ez jê xunde
32
kesê ku lê ev nav bî
îlla ku xan ebdal bî
şerme ku ev zirav bî
xetma vî ne timam bî
33
xetmê nekem timame
bi sih cuz’u kelame
ji vira ḧeta v şame
ev nav li min ḧerame
34
ḧeram kirin birestin
rabûn û çek vebestin
destûr ji hev di xwestin
sitîyan qedem şikestin
35
ser ta qedem têkwerbûn
sitî di sur û zer bûn
fêrs di piř cegerbûn
ji nêv kelê biderbûn
36
kela ku sed sitî tê
çi nazk û cindî tê
bi gihar û zeřînî tê
me liḧalê wan girî tê
37
girî min tê di gel wan
nazk û qamet selwan
dema dertên ji xelwan
qerfan dikin bi ser wan
38
qerfan dikin beşer tên
hindî ji min ẍezel tên
nalîn û sed ’emel tên
hêstirêd min di gel tên
39
hêstirêd min ji hûr tên
nalînêd min ji dûr tên
ji daẍ û kovanêd sûr tên
xelqo ji daẍê kûr tên
40
xelqê di vê gingaşê
werin bi ser swaşê
guh bidne vê dabaşê
çi dibêje metin û ḧaşê
41
çi dibê metin û noşte
wan şêran zend vemişte
qebzê şîran herişte
çûne cihê dukşite
42
çûn û jê řubřubûn
ejder qewî bi sûbûn
betlêd duhî li kûbûn
şeřê duhî qet çi bûn
43
ev şerek bê me’ale
betlêd di bê misale
dirêj kirin mertale
ku lêkbiden mecale
44
dê lêkbiden ku wexte
şidandin çek û rexte
fiřîn tal’ û bexte
şah rabû hate texte
45
buhtan hemî bi mîrve
demek seknîn bi şîrve
kifin dibin çengîve
kafir hatin ji pîrve
46
kafir di dil qewîne
dema ku wan dibîne
heybet li wan ketîne
qurcî nizanin kîne
47
qurcî dibê ḧisêbin
pirs û pirsyar ne ’êbin
hûn dê mêwanê kê bin
aza di rîya xudê bin
48
aza di rîya xudah bin
emêdî piř gunah bin
mîwanê xelîfê şah bin
ẍazî di rîya illah bin
49
me gazîkir cebbare
emê di giriftare
xelîfe ixtyare
em dê biçin dyare
50
xelîfe çûn nişande
şîrê huşîn kişande
serî ji laşî fiřande
hersê jî kirne rande
51
bab û pis û biraze
hersê kirin cenaze
bi şîrekê dilxiwaze
bo şîn û gaze gaze
52
hersê vêkira dêxsitin
qevdêd şîran heristin
bu ceng û dabiristin
bi hizaran mêr jê kuştin
53
lê dixistin wan bi nubet
xan ebdal kir işaret
carek dî jê biknayet
ber miḧimd selewat
54
selewat anîne vêkřa
wan rim hijandin têkřa
be xencer hatne pêkřa
bi hizaran kuştin jêkřa
55
kuştin ji xan û mîran
bi tifing û tup û tîran
serqutin mislê şîran
laş bûne mîna gêran
56
hizaran laş li şûnê
ḧeftê û yêkin li çûnê
tu dibêy bi hizaran tênê
şîran rengida ji xûnê
57
şîran vedabû birqe
hawîr bû tirqe tirqe
yek yek ji hev nabin firqe
lêkdan û şirqe şirqe
58
serî ji hev fiřandin
zire li hev qetandin
’yar li hev diřandin
ḧerame ber kiřandin
59
ber ne kiřand jê kuştin
wan ew ḧemî di kuştin
qet kesek jê ne hiştin
bo şehîdêt bihşitin
60
şehîdbûn çûn ji xudêřa
ev renge govend gêřa
xan û ev xelqê wêřa
beḧeşt û ḧurî jêřa
61
ḧemî çûn û jin mane
kafran ku gote xane
êrîşê bîne wane
bînin kîjêd cwane
62
qet kes nema ji derve
êrîş anîn bi serve
li sitîyan bûye reve
bû dûman te digo şeve
63
kesek kesê nabîne
kiça xan agirî tîne
bi cibexanê têxîne
kelê ji bin hiltîne
64
kelê ji bin davêje
ḧemyan di bin di kuje
agir jorda di řije
kes namîne dipje
65
hemî kuştin bi xweřan
şehîd bûn çûne baẍan
bihişt birin ji xweřan
gotin dima ji miřan
66
wan ḧemî rû sipî bin
muqîm li nik nebî bin
di cenneta baqî bin
mehderçyê «feqî» bin
67
di paşî wan qisan řa
ji nebî û ewlyan řa
ji mîm û ḧê û xan řa
fatḧe ji ruḧê wan řa