beyta dilî

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 9 Xulek  2791 Dîtin
dilo rabe, dilo rabe
veke çavan ku êvare
nezano bes di xew dabe
bi newmêřa mebe yare
li xwe şîrîn meke newmê
ji nefsa xwe bike lewmê
meçe nêzkî vê qewmê
qewî ew fi’la xesare
dilo newma me jê beḧse
beyana ẍefletê neḧse
nehşyarî gelek teḧse
menêv xabe ku mirdare
dilo rabe ji vê xabê
wekî bapîr û wek babê
em jî dê çîne turabê
bibal baxwî û ferware
binêr baxoy û ferwarî
binêř çerxê di rozgarî
li te roj hate êvarî
te ne ’eqle, ne hişyare
eger ’eqlî were cengî
bibêj nefsê ḧeya kengî
tu ẍafil bî bi vî rengî
eya kehlê ne guhdare
çiqa sistî, çiqa kehlî
tu xo yekcar di xew nehlî
mebe xergoş di nêv deḧlî
seyadê te kivandare
seyadê bêt û te rake
mebêj, na, u mebêj nake
mecale ew bi ẍewẍake
binêr carek çi heware
binêr carek çi bangîne
ji newmê xwe bi hiş bîne
dinê qetle, dinê xwîne
dinê gerdon û rojgare
10
dibarin tîr ji gerdûnê
ji xew rabe demek rûnê
tu na tirsî ji êtûnê
di binda agir û nare
di nêv agir, di nêv pêtê
li ser sihlê xewa kê tê
ecel guřye, yeqîn pêtê
te ne fikire, ne efkare
tu van fikiran çiřa nakî
te, navê xwe ji xew rakî
ku êvar hat çi peyda kî
ne ewqat ma, ne rojgare
dilo rabe weha nabî
ḧeta kengî di xewdabî
li te roj haxte avabî
eya meymestê meyxiware
xewa qelbê ’emel bê cih
guhê xelqê keř û bê bih
meçe palde li ser balgih
xewa bê cih qewî ’are
xewa bê cih qewî pûse
me ne nave, ne namûse
dikana me qewî rûse
dibêjin xwace qerdare
dibêjin xwace bê debre
di me’nêde dikan qebre
tijî toze, tijî ẍebre
qebir tenge tijî mare
tijî mare, tijî mûre
qewî tenge, qewî kûre
ji xwe qebrî neke dûre
li wê male, li hir, ware
bûye payîz li van waran
xezam weşyan li bin daran
li bin çi dikin gelo yaran
li mêrgan bûye xûsare
xezam zerbûn ji xûsarî
sefa nakin li vî warî
li ber sermê û hewasarî
hewa’î zerkirin dare
20
xezam zerbûn ji serma’ê
revî rewneq ji dunya’ê
ji boş avan guşên na’ê
ne şet man û ne enhare
neman enhar di vî warî
dibin kêm bûn şetê carî
çu nînin bo te ẍem xarî
ku li wê bûye bihare
bihar burî u av kêm bûn
hezaran baẍ li ber dêm bûn
payîz dahat û gul kêm bûn
weşandin belg û man xare
ne belçim man, ne sumbil man
ne reyḧan man, ne sorgul man
ne hevrî man, ne hevdil man
turabê kêm kirin yare
ne hevrî man, ne haval man
ne sûsin man, ne al’al man
ne le’la’ên syah xal man
tinê min ḧeyf li wan xware
tinê min ḧeyf li wan tiştan
li beybûnan li bamiştan
xuzî ev reng ne êvşitan
di ismînê di namdare
ne çîçek man, ne asmîn man
ne zozanê di rengîn man
ne goyînê di xweşxiwîn man
ne nîsan ma, ne adare
dilo borîn ji nîsanê
hewa’ê wan mehan kanê
bûye eylul li zozanê
ne kanî man, ne cûbare
ji cûbaran gyaker çûn
letîf û nazk û teř çûn
wekî ba’ê kelempeř çûn
gelo ev ba çi dijware
li me bayî kire gazî
xezam pêçan liber evrazî
«miqîm» ev aş li vî sazî
reşandin sunbilan are
30
dibarin ar ji asmanî
ji doma çerx û dewranî
gerê avête reyḧanî
bixûr na’ê ji bulẍare
ji bulẍarê di reng da’î
ji mexmûrê di pêça’î
qumaş kevne bi kêr na’î
ru’ê hîmê ku ’eybidare
ro’ê hîmê bu çil salî
di nêv buxçe’ê reşkalî
deqîq barî li pertalî
hemî têk bûne cûbare
li me pertal kete avê
kefa beḧrê geha navê
sya mexmûr li ber tavê
sipîbû reng û rûkare
sipî nure ji hidayate
reşî renge ji zulmate
şukur şev çû û roj hate
xuda ẍesal û qettare
ẍesalî nerim kirin şuştin
li ber tavê bidom hiştin
ji rengê pîrîyê riştin
şikurdarîn ji cebbare
şukirdarîn ji vê ḧalê
hewa’ê lewleba salê
weşandin belg ji al alê
ne reng mane, ne ruxsare
me ne reng ma, ne qamet ma
me ne xew ma, ne raḧet ma
me ne bêhin ma, ne sîret ma
hemî borîn dinê sare
dinê mehde u mehloke
weku le’be u leyzoke
çi zanin tifil û zařoke
felek çerxe u ẍeddare
bê qerare, ya şirîne
weku şekir û hingivîne
dinav yêkda vestirîne
ya davdoze, ya mekkare
40
felek çerxe û dewrane
misalê mewcê beḧrane
me’aşê ehlê şeytane
dinê dewre u dewware
dinê qence ji mêran řa
’eceb mulke ji şêran řa
ku avakin ji xîran řa
’eceb mezre’ û ’eqqare
dinê qence tejî şêr bin
ji xêran řa di xweşmêr bin
ne mislê min di bê kêr bin
di bê kesp û di bê kare
eya bê kespê bê xîre
yeqîn ’eqlê te texsîre
te ya can da bi ya pîre
tu dest jê berde seḧḧare
dilo ya pîr bi kêrna’ê
eger ’aqil û zana’ê
mebe yuldaşê dunya’ê
ne yuldaşek wefadare
dinê xelqino bi kê maye
belê qence û mezraye
ji xêran řa xuda daye
xebatkarbin ku ev care
du car na ête dunya’ê
çelapa xweş heřo na’ê
bikêr qutê xu zana’ê
niha ew qût dibit çare
tu qûtê xwe niha çarke
zewadê axretê karke
bilezîne u zû barke
dinê sûke u bazare
dinê şehre dinê sûke
dinê pîre, ne nûbûke
heçî mêrê ku ew şûke
girî girt û niha xare
dilo dunya keř û pîre
nebêj cwane, qewî pîre
tê dom nakin şah û mîre
bi adem řa, nebû yare
50
te ew xarin hemî yekser
neda kes ta niqtek mefer
ji adem heta pêẍember
veşartî cumle yekcare
eya xelqê keř û gîre
ne ya cane , ne ya pîre
qebûl nakim ji wî mîre
v adem řa nebû yare
ne adem ma u ne şîs ma
ne nuḧ ma u ne idrîs ma
ne yusif ma, ne cercîs ma
ne eyîwbê birîndare
ne yeḧya ma, ne salḧ ma
ne haron ma, ne mûsa ma
ne miryem ma, ku ’îsa ma
ne eḧmed ma, ne çar yare
ne heval man , ne çar yar man
ne esḧabê di ẍemxiwar man
ne ’almê di hişyar man
ne calîsê wefadare
ne calîs û ne suqrat man
ne talîs û ne biqrat man
ne «zwalqirnînErebî» û mir’at man
ne cum cum ma , ne exyare
ne cemşîd ma, ne cimcim ma
ne qeyser ma, ne ḧatim ma
ne asif ma, ne xatim ma
ne haman ma, ne serdare
ne eflatun û luqman man
ne dawid û suleyman man
ne fir’ewn û ne haman man
ne sultanêdî kubare
ne cemşîd ma, ne rostem ma
ne qeyser ma, ne ḧatem ma
ne asif ma, ne xatem ma
ne malxu û ne serkare
ne serkar ma, ne serdar ma
ne yuldaş ma, ne heval ma
ne harût ma, ne marût ma
di axê mane ruxsare
60
ne talût û ne calût man
ne harût û ne marût man
ne ewladê di ye’qûb man
ewê pîrê yusif xare
dinê pîre ne me’qûle
ew pê xoře ya mil xûle
ew pişt qoře sifet ẍûle
qewî tenge , deng heftare
ji heftarê di lêv şoře
’ecuze, kevne, dev kûře
hevo renge, heşîn poře
heçî vê ket, ewê xware
heçî vê ket ewê xwarin
ger ’amîne , ger kesarin
hemî ji ber te bi hawarin
eya ẍolo te xel xware
eya ẍola beyabanê
ḧeşim xelqê me dî kanê
te xwarin puř di vê xanê
ne sultan man, ne xûnkare
ne xûnkarê xudan text man
ne kubarê xudan bext man
ne kufarê xudan sext man
tuyî ’îsa ku ne yihare
dinê pîre ku ’îsa dî
bi şiklê wê nebû razî
telaq dabû li nik qazî
ji serdanî serhevsare
bi wê sunda me pê xarî
esernakim serhevsarî
tu ev pîsî, tu ev ’arî
te ne şikle û ne dîdare
dinê bûka ebu cehle
li nik me ’asîyan neḧle
li ’eqlê ’aqlan teḧle
li nik ’îsa ku mirdare
dixum sûndê bi bab adem
bi incîlê kelam dadem
êdî meylê bi te nadem
te ne ’eqle û ne iqrare
70
ruḧê ’îsa xudê keskir
dinê naskir û jê beskir
muşerref bû, bwê ḧeskir
dinêv xelqê xu vavare
kesê ’eqle, kesê merde
diber ku hêj nebu ’erde
ji vê, meyla xu jê berde
çira ax make, qehare
dinê mehde, dinê make
dinêtîne, dinê xake
bi ewladan ebed nake
ewa bê reḧim û dijware
wa bê reḧim û bêhin tenge
heřoj qale, heřoj cenge
dema lêxe xwe ev denge
ne dil soje, ne ẍem xware
ne ẍemxiware ne dilsoje
ji wê ba’ê direng roje
bi van ḧalan keř û gêje
bela, wa tê û seyê hare
bela, wa tê û seyê dîne
dinê kevne ji mêjîne
heroj dure, heroj kîne
ne wey meyle, ne guşdare
jara gotin di ẍulẍuland
heroj hina mal êwrand
hemya têk dunya şemmiran
heroj koç û heroj bare
heroj koç û heroj çûne
ji dor me hilkirin kûne
di nav qebrave tajûne
li wê xergoşe izhare
di xurşîd û di axêda
heřoj carek binêř pêda
ku razane di axêda
di xamoşê di bêçare
hemî xamoşin raza’ê
ew mehcûrin ji dunya’ê
tucar dengek ji wan na’ê
ji wan fikiran feqe jare
80
ji wan fikiran feqe jarîn
ḧeta kengî nehşyarîn
tirsîn bimrîn gunehkarîn
dibê tewbe û îstîẍfare
heroj çend car bibê tewbe
dibe ku hêj nehat newbe
dilo hişyare bê xew be
ne heval man, ne serdare
em hemî pê pê hevalan
dê lazim çîne wan malan
demek razîne wan çalan
dê li ser me bit ẍubare
em biçîn heval bimînin
mîm û ḧê bîra xwe bînin
fatḧan jêřa bixiwînin
ḧewce u der intizare
li muḧemmed ḧefit felek çûne
ji hicret dewr gelek çûne
hizar sal çillu yek çûne
ev ẍezel hatî dyare