berêkanê dinavbera feqî û melayê cizîrîda

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 8 Xulek  1468 Dîtin
feqe:
selama min ḧeqîrê
sedefek divê têkin
îro di cizîrê
ḧeqe li melê kin
hilakîn ji derba tîrê
derman heye lêkin
mela:
selamên milyaketan
bê ḧedid û bê ḧisêbin
şubhetê avên şetan
ji mela li mîm û ḧê bin
hilakîn ji zeḧmetan
derman ji lam û bê bin
feqe:
şerbeta lam û bêyan
nadim ez wê bi ḧeyatê
me’dena dal û rêyan
dibarînin nebatê
izhar dikin me’neyan
ji ḧusna but û latê
mela:
ji neqşê but û latan
me sîne butxaneye
te’yîwna sifatan
tecella di qelbê meye
di ’îd û şevberatan
ji wan řa me secdeye
feqe:
secdeya şukirê carek
«me» ferze di wisalê
ne perde, ne sitarek
li ber wechê hilalê
«aḧsin alilh tibarkErebî»
ji siřřa wê cemalê
mela:
cemala nûrîn safe
di wechên tecellayê
bi ḧerfên xwe keşşafe
zemîr dirin me’nayê
«ḧa mîm ’eyn sîn qaf»e
di remza mu’emmayê
feqe:
ḧêyên ḧefit ḧamîman
nuqteyan lê peyda kin
ismê du tasîman
mîman jê cudakin
bavêne cem cîman
’işqê jê peydakin
mela:
hefit xum tejî bade
di meykeda qidemê
xuma ku mey irade
’işq rêhit cama cemê
lewḧê du nûn lê sade
lew feyzê da qelemê
feqe:
saqî ji xemra ezelê
nûn û qelem jê afrand
darêhte lewḧa ewwelê
rizq û nesîb pê qeddirand
ewbû murada mes’elê
neqşê mecaz pê sewwirand
10
mela:
neqşê mecaz tilsime
mezher ji reng mir’atê
soret li bal me isme
me’na bi tecella tê
ḧerfên nûrîn cisme
«kaf ha»ye di ayatê
feqe:
«kaf ha» ismê kûre
tuẍraye di tenzîlê
cisim wî kûhê tûre
icmale di tefsîlê
cemal ’eynê nûre
kewkebe di qendîlê
mela:
kewkeb dibêm beşere
nûrek munezzeh tê
çi ḧusnek musewwere
ismek ji elłeh tê
yeqîn bixiwe mezhere
çerxe sed xergeh tê
feqe:
xergeh bi min ḧicabe
sitar diket cemalê
’ewrê reş û niqabe
nedî diket hilalê
perwane lew di ’ezabe
meḧcûbe ji şemalê
mela:
şemal ’eynê nûre
şewqe li ber sitar tê
perwane bê destûre
di çerxî semadar tê
ḧeyran siřřa ẍefûre
lew canifday yar tê
feqe:
yarê ḧeqîqet xalqe
çûn canifdayê vêkevîn
rast û durust û sadqe
çi reng v şûna řê kevîn
qence, letîfe, la’qe
dibaẍê irem da vêkevîn
mela:
baẍê ji nû wereq lê
yar dê di wê zihûr bit
sipêde’ê şefeq lê
mezher ji ’eyn nûr bit
pertew ji ḧusin ḧeq lê
da ’ekis bê qisûr bit
feqe:
’eksê ji ḧeq dibînîn
li dor wechê meḧbûban
li ḧalekê namînîn
ji suřa wan metlûban
geh dinalîn û geh dixûnîn
dûrîn ji wesla xûban
mela:
feryad ji dest ferqê
di dûrîn ji sultanan
tîjin ji lewnê berqê
heybet û suřa xanan
roje hatîye şerqê
dê mirîn bi kovanan
feqe:
kovanên mihirdaran
bê ḧedid û bê ijmarin
tîrê di wan ḧisaran
sed caran sed hezarin
xedengên di nûbaran
nihîn li dil dibarin
20
mela:
nihîn li dil di reşînin
tîrên di syah goşan
du mîr bi ẍezeb dikşînin
li qetla me bê hoşan
ji ’eyn qewsan di weşînin
xedengên eswed poşan
feqe:
du nûn syah rengin
bi siř li me ku kêşan
derbên ewan xedengin
li qelbê me derwêşan
’aşiq ji dest nehnigin
ji daẍ û zecir û êşan
mela:
daẍên me puř di kuln
xeber jê nayê gotin
yengyan derb li diln
hinav m ji ber sotin
kemandar reş qatiln
gezme li dil bi cûtin
feqe:
gezmeyên ’eyn û sadan
işaret remz û suřn
kişandin goşe badan
meḧbûb tîj awrin
tîrên di wan celladan
batin li dil difiřn
mela:
avrên cotê belek
berqeke ji semawatê
xurşîde çerxa felek
hatîye nêv mir’atê
insane bi soret melek
ya ḧûrîye di cennatê
feqe:
ḧûrî têk cema bin
perî hem di wê gavê
ḧemî ji reng çira bin
nêzîkî şems û tavê
ji şerma xoya na bin
ji ḧusna wê gulbavê
mela:
wan şerme ji dêmê zerî
’eqreban derb li dil dan
xurşîd mah û muşterî
pêro di muqabil dan
insane bi şeklê perî
yan ḧûre soret wildan
feqe:
pêro yeqîn ku xaln
di ’iqda sureyya’ê
du rojin, du hilaln
li dêmê wê leyla’ê
bê wesif û bê misaln
di remza şekerxa’ê
mela:
bi remz û gufit û suřan
nebatê ew di rêjin
’işweyên le’il û duřan
lu’lu’ şeker bihêjin
xedengên di avřan
’aşiqan di birêjin
feqe:
’aşiqên leb û lêvan
şabaşe ji xudêřa
selweya bih û sêvan
pelçim ji zîv û zêřa
ḧerame xewa şêvan
li kesê muḧbet vêřa
30
mela:
kesê ku êk divêtin
sohtîye bi ulfetê
şevan ku wî xew têtin
ji tîra meḧebbetê
’aşiq li pey wî têtin
ji cezb û ji firqetê
feqe:
firaq têk ḧirqete
be’îde ji xyalê
tutake bi zeḧmete
bilbil ji ber cemalê
goyîn qet xew nakete
ku dûre ji wisalê
mela:
zeḧmet bi min wisale
’aşiq ji ber cezbe’ê
lew têt bi derd û ḧale
ji berqa şe’şe’e’ê
dema ku têt şemale
nezer da perwane’ê
feqe:
perwane lew dimirit
xoş nîne ew bi jînê
ze’îfe xwe nagirt
tîje berqa evînê
di perdê na sebirit
perde kemala dînê
mela:
perwane lew disojî
ji lem’eya cezbatê
fida kirin ’umir û jî
di keşfa sebbeḧatê
ku da ji nûve vejî
baqî bit di ḧeyatê
feqe:
ḧeyat bi min wesle
du lat ger bibin latek
murad bixiwe her esle
têkda bibne sifatek
ji hev’êk nîne fesle
waḧd bimînit zatek
mela:
waḧd zatek ferde
tecella di wan sifatan
li ’eynê dil nezer de
li cumley te’îynatan
tewehum bûye perde
bi ismê but û latan
feqe:
lat soretek ḧeqqe
ji esma’êt ḧeqqanî
li bal min muḧeqqeqe
di nêv keşfa subḧanî
lahûte her mutleqe
di nasûta insanî
mela:
insan bi min nasûte
gewher di nêv sedefê
ji ’alema ceberûte
şemse hatî şerefê
tenezzul ji lahûte
meḧbûbe cam di kefê
feqe:
kefa kûze u tas tê
nazk û sipî zendin
qedeḧa meya xas tê
binêřn talb çendin
vexon ji destê rastê
bi medḧan meḧbûb xwendin
40
mela:
wesfên di meḧbûban
li daẍên kul ḧeyatin
qûte ji bo qulûban
gulav qend û nebatin
ji neẍma medḧên xûban
’aşiq ji ber bi cezbatin
feqe:
’aşiq bi wesif û medḧan
di firaqê di sebbirî
nesîm bêt ji wan terḧan
bulbul xuhê bigrî
xûn dê derbî ji cerḧan
bi daẍên kul bimrî
mela:
bulbulê wê gulşenê
ji ezel ew dibêjin
ḧetta ebed ji me’denê
gewheran dabřêjin
ḧerfek ji wesfan tenê
’alem têk naperêjin
feqe:
cemaken têk ’alemê
hemuwan bi ustad ken
ḧerfek ji lewḧê qidemê
bi şerḧ û bi sewad ken
na ête ber qelemê
beḧran er bi midad ken
mela:
nesrîn û gul tebeqek
seḧer ji baẍê gulan
ji nesteran wereqek
bese me saḧb dilan
’urufxiwahî sebeqek
çêtir ji sed siclan
feqe:
eḧsen ji nû sebeqan
qelem ji qend û nebatê
li seḧîfeya wereqan
diřêjit ava ḧeyatê
desbidet jê tebeqan
melek têne cennatê
mela:
nefesa te ’enbere
zubad û misk diřêjin
çi şaxê ney şekere
nebat û qend dirêjin
nutqa te xo gewhere
sed bar gewher dirêjin
feqe:
gulim didest xaran
bi ismê miḧimd navim
bulbulim di gulzaran
ji ’işqê lew zerbavim
di remza muhirdaran
tu rojî, ez hitavim
mela:
dûrim ji gulêt bi xunave
lew zer şubhetê bihim
sûsna ’irq ji tilave
di firqetê di birjihim
li bal xûda dilave
tu hitavî, ez sihim
feqe:
birîndarê ’işqême
dûrim ji siha bihan
dizanin meddaḧê kême
di hizar û yek û sihan
senaxwanê melême
li hemû ’erd û cihan
50
mela:
hindî ku di gerirhim
dikêşim sebir û xîrê
şubhetê çeng û jihim
hilakim ji derba tîrê
senaxwanê feqhim
îroke di cizîrê