ay dilê min ay dilo

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 Xulek  1705 Dîtin
dil ji min nakit xeyalan
bûme perwana şemalan
bêrîya ḧusin û cemalan
ay dilê min ay dilo
can firîtim te nebînim
deftera ’işqê bixiwînim
serxiweş û sekiran û dînim
ay dilê min ay dilo
serxiweş û sekiran û mestim
ef’alê eswed di gestim
sebir û aram çûn ji destim
ay dilê min ay dilo
sebir û aram û sikûne
bazyê nav lê ’yûne
dil ji pencan kirbû xûne
ay dilê min ay dilo
bazyê mekirê sikence
girtibûm ez bi herdu pence
min midam dil jê bi dence
ay dilê min ay dilo
hêstirim barîn ji xwînê
sotim ez derdê evînê
kes ji min nakit yeqînê
ay dilê min ay dilo
daẍ û kovan bê ḧisabin
miḧnet û êş û ’ezabin
ẍem ji qelbê min venabin
ay dilê min ay dilo
van ẍeman yekcarî xwarim
dîn kirim dînê bi hewarim
agirê ’işqê bijarim
ay dilê min ay dilo
agirê ’işqê u pête
her kesê dî kes nevête
demekî nakit tebête
ay dilê min ay dilo
demekî nakit qirare
şev û roj ahî u zare
ez xilas bûm , bûme dare
ay dilê min ay dilo
re’îw tekbîrim xilas bûn
zilf çugan çep û rast bûn
gile û gazin bê qyas bûn
ay dilê min ay dilo
sîneya ḧubbê herişte
bi agirê ’işqê birişte
qet li min na’ên nivşite
ay dilê min ay dilo
sîneya ḧubbê sidûre
daẍ bi dil kovan kûre
wan hemîyan dil jê nûre
ay dilê min ay dilo
hemîyan agir di nav bît
min ji daẍa dil zirav bît
bê ḧisab şîşe di nav bît
ay dilê min ay dilo
bê ḧisab şîş lê kişande
hûrkir û misk lê reşande
nezera zer şev şande
ay dilê min ay dilo
nezera saḧb nezîra
teşbîhî berqê di şîra
dame ser gezmê di tîra
ay dilê min ay dilo
gezmeya cerg û hinavan
hûrtira ejno u gavan
tar û mar kirbûm ji ravan
ay dilê min ay dilo
tarumar kir can û cisme
pisyarin cîran û xizme
ev ’ilet babet tilsime
ay dilê min ay dilo
«mîm û ḧê» wesfê xwe hilda
xweş misaln çûn di cilda
cerḧ û kovan çûn di dilda
ay dilê min ay dilo