hêja adem ji ’edemê

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 Xulek  964 Dîtin
hêja adem ji ’edemê; xêr û şeřê di ’alemê
defterkirin te wê demê; kengî hebû min ixtyar
hêja adem qed çu nebû; medḧê kerê xwe ew bixiwebû
kengî ixtyar min hebû; ey xalqê berrê cebar
madiḧ bese ji vê gotnê; tu destan bernadey ji dinê
her bêje ḧetta mirnê; guh nadnê qed kes çu car