ellah seḧergaha ezel

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 Xulek  959 Dîtin
ellah seḧergaha ezel; ferman dikir sibḧan ezel
ruḧ tê «micirّdi» bê ’emel; anî di dîwana ḧisab
anî ji seḧraya ’edem; hind kafir û hind muḧterem
hemya ji bo geřya qelem; reşkir bi vî terzî kitab
emrê te çû ser lefzî «kunErebî»; mecmu’ê erwaḧan jibin
anîne dîwana mezin; ferman te kir, wan da xitab
jê kir su’al lefza elest; qed yek nebû cuz’ek di dest
emrê te ew qanune xest; herçend ku wan neda cewab
hêş ne adem bu beşere; er mîm û ḧê ’eksa bê xebere
baxoy nivîsîn xêr û şere; defter kirin şer û sewab