bi çar kerîman

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 Xulek  967 Dîtin
biçar kerîman dîn muḧkemîn; bê wecih û sûret ademîn
di kenza qidemda qidemîn; ev mes’ele rast li we tê
raste qewî ev mes’ela; eslê qisan dizanî mela
ḧîna ku bu «qalwa bilîٰErebî»; ma hûn nebûn di ḧizretê
di ḧizretê ma hûn nebûn; di xilweta baxwê xwe bûn
li hatnê daraste bûn; ḧetta v roja axretê
ḧetta heyîn em ma’lîn; hişyar bibîn ey ẍaflîn
em ji ḧeyatê dest hilîn; ji we’deya emanetê
barî emanet wî li we; nakim syaset wî li we
ferz û kifayet wî li we; ḧeşir û beyana kaẍetê
barî emanet nas bikin; ew xwar dibit hûn ras bikin
xwe rû sipî û xilas bikin; peşêmanên qyametê
ew «mîm û ḧêNasnava edebî» qelb û mitalan; her bi wan fikir û xyalan
rast dikit pend û misalan; şa’rê nesîḧetê