ez çi bêjim?!

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 Xulek  1545 Dîtin
ez çi bêjim çi beyan kim
mexfya te ez ’eyan kim
siřê dilî aşkera kim
kes bi ḧalê min nezan
çendî bêjim siř û ḧalan
ah ji destê çav ẍezalan
her dinalim mah û salan
kes bi ḧalê min nezan
mah û salan ez dinalim
şev û roj talb wisalim
’aşiqê bejna şepalim
kes bi ḧalê min nezan
’aşiqê bejna letîfim
xeste ḧalim piř ze’îfim
mubtela qamet elîfim
kes bi ḧalê min nezan
mubtela qamet fename
ji yar û dostan cudame
’aşiqê nûra xudame
kes bi ḧalê min nezan
’aşiqê sêv û biha me
ji bo cemala mibtela me
ger bibînim can fida me
kes bi ḧalê min nezan
ew baẍê sorgul dinîvêda
yar û meḧbub meşyan têda
xweşe jî keyfa dinêda
kes bi ḧalê min nezan
ew meḧbuba weku sitêra
te’esîra kiça mêra
te ḧelandî «feqê têraNasnava edebî»
kes bi ḧalê min nezan