îro werin lêzim werin (bi)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 3 Xulek  1090 Dîtin
hûn werin, lêzim werin; cîran û xelqê hêşetê
hûn rayekê tedbîr bikin; îro qewî girya me tê
îro qewî têtin girîn; sûsin li mêrga ẍeyîrîn
sed ḧeyfe lêvên şekkirîn; êdî venaxun şerbetê
lêvên di le’lîn û şeker; kêm bûn ji wan durir û xeber
sed ah û kovan û keser; ku ’elî çûye hicretê
ḧeyfe ’elî jê bû cuda; ḧuzin û girîn dîsa te da
em razîne bi emrê xuda; herçî ji dergahê te tê
herçî dikit ew mîr dikit; xeyr û şeřan teqdîr dikit
daẍa di qelban puř dikit; sotim bi narê firqetê
sotim bi pêta agirî; vê fanyê em ji hev kirî
hindî xoşe kul mam dilî; dost çûye çerxa ’adetê
dost çû çerxa ’adet eman; wan gelekî meḧbûb revan
can wî di nêv axê nihan; ey felekê bê mohletê
feleka bê î’tibarî; paşî wan çavên xumarî
min bi te nînin çu yarî; paşî xala cebhetê
paşî wan xal û nîşana; qet nema bêhna reyḧana
ji miḧnet û êşan û jana; tê ji narê firqetê
firqeta wî her bi zerbe; da’ma êşan û kerbe
ê ku dê zanî çi ḧerbe; min ji xewfa xew ne tê
min şevan xew lê tunîne; bi ageh û êşa nehîne
da’ma têtin girîne; qet li ser kes ew ne tê
kûrtika kûre û sare; meqbera têde ku mare
te li min ḧeřmandî yare; çîçeka kî dest ketê
çîçeka kanî û av lê; sûsna da’îm xunav lê
herdema nêçîr û rav lê; dê temam kî suḧbetê
ey felekê bê wefayê; te çiře muhlet nedayê
yar di nêv axê nihayê; tu bi meḧbûba ketê
nazk û meḧbûb cwanek; qamet û bejin û ziravek
kulّû şey’Erebî dibin ku halek; ji ẍeyrî şahê qudretê
ji ẍeyrî wî can dê wefa bin; em hemî ax û turabin
min bi çavan dî muxabin; çûne mala zulmetê
zulmeta tarî û kûre; meqbera nav lê qubûre
ji haynan yaran û dûre; qebir benda firqetê
meqbera meḧbûb di nêve; min muqîm çav man bi rêve
çiře yek nayê ji wêve; dîn kirim vê ḧîkmetê
dîn bûm di ḧukmê zwalcelalErebî; ew lawkê bi ḧusin û cemal
sed ḧeyfe ku zû çû ji mal; reyḧan û werda qametê
reyḧan û werda filfilî; min dîne zulfên kaklî
hatî kuřîm ji dest birî; da em bigêřn ’ibretê
min ḧeyf li cûtê sorgula; zulfê muqîm li ser mila
danîne nêv ax û sela; êdî bigêřim ulfetê
min ḧeyf li reyḧanê di řeş; ka sorgul û werdên di geş
kêm bûn ji wan bihnê di xweş; nîşan û xala cebhetê
nîşan û xala filfilî; min ḧeyf li zulfên kaklî
hatî lawik ji dest birî; hêj nakirin em ’ibretê
mîr miḧê şa’rê pake; herkesî ruḧ bû ji make
hemîyan dê ew fenake; ewê şahê qudretê