îro werin lêzim werin (a)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 3 Xulek  1449 Dîtin
îro werin lêzim werin; cîran û xelqê hêşetê
hûn rayekê li min bikin; îro qewî girya me tê
îro qewî m tê girî; susin li mêrgan ẍeyrî
min ḧeyfa lêvên şekirî; êdî venaxun şerbetê
ew lêv û le’lîn û şeker; li wan kêmbûn diř û xeber
sed ah û kovan û keser; ḧeyf ’eyn û lam çûn ji hicretê
ḧeyf ’eyn û lam jêk bûn cuda; ḧuzin û girî yareb teda
em razîne bi emrê xuda; herçî ji dergahê tetê
herçî dikit ew mîr dikit; xêr û şeran teqdîr dikit
daẍa li qelban pîr dikit; sotim bi narê firqetê
sotim bi pêtê û agirî; vê fanyê em jêk kirî
ḧeta xoşin bi kovan mirî; roj hate çerxa ’adetê
’adeta çerxa ’ewane; wê gelek meḧbub revane
can di nav axê nihane; felekê bê mirwetê
ey feleka bê «a’tibarErebî»; min bi te nînin qet tu çar
te gelek meḧbub veşarin; paşî van xal û xetê
sed ḧeyf bo cûtê sorgula; marê miqîm ket ser mila
wan piř di baẍî wesla; neda êdî «dinbErebî» ulfetê
dipaşî wan werdê di geş; sed ḧeyf li reyḧanê di reş
kêm bûn ji wan bêhnê di xweş; nîşan û xalê cebhetê
nîşan û xalê ẍulẍulî; sed ḧeyf li zilfê gulgulî
hatin ku vî dostî hilî; hêj na girin jivê ’ibretê
dipaşî wan xal û nişanan; qet nema bên kim rîḧanan
ji mextum û êşan û janan; tîrek ji tîra firqetê
ev firaq tîrek bi zerbe; ê ku dî ev daẍ û derbe
«dîma qîde» mextum kerbe; şev û rojan xew netê
şev û roja xew lê nîne; da’ma şîn û girîne
agir û pêt û nihîne; ma bi serê kes ev netê
tîrek dijware firaqe; her kesê dî ev firaqe
mextum û daẍ û ’iraqe; di qeyd û bend û miḧnetê
gumbeta tarî sitare; muqberê dost lê veşare
te li min ḧeram kir bihare; çîçek û bêhin ji dorê tetê
qet nema bêhin kim çi werda; çîçekê bêhin xweş li ’erda
paşî meḧbub ku bi derda; çîmena ji dora netê
diger ez bixu xu nas nakim; ez wê u têmu deynakim
ku bawer ji ’aşiqan nakim; disojim nar û firqetê
vê firqetê çi di gel me kir; meḧbub wê girt û berzekir
jew paş miksî hîvî ne kir; meşyabû dar alẍurbetErebîê
ẍurbet çîye kovanîye; diber şemal û rohnîye
suḧbet kirî gel ḧurîye; zava’u bûkên axretê