îro ji dest ḧusna ḧebîb

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 4 Xulek  2764 Dîtin
îro ji dest ḧusna ḧebîb; sergeşte û ḧeyranim ez
min ’işq û miḧbet bûn nesîb; sewda’ê sergerdanim ez
’işqê gelek sewda kirin; bê mal û bê mewda kirin
nûra çira winda kirin; mûsayê ’emranKesm ez
mûsa ji dest ḧusna bi nûr; şîrînîya xalên di hûr
secde bire ber kohê tûr; nêzîkî remzê wanim ez
remzê ku dê dilber bikin; carek bi çeşman seyr bikin
dê kohê qaf ker ker bikin; mecrûḧê piř kuhvanim ez
ah ji dest kohvan û qehran; min sebir na’êt li seḧran
şubhetê mewcên di beḧran; qulzemê ’umanim ez
qulzem û beḧrên di heftê; agirê ’işqê ku keftê
dê sujit şubhetê neftê; ateşê sozanim ez
agirê ’işqê yê germe; sed hizar mehder t berme
suhtîn û birhîn ji nerme; min dîye û pêzanim ez
min dîye muḧbet çi renge; suhte dijware perenge
min mudam dil jê bi henge; binalîn û efẍanim ez
nalîna teyr û tyûran; kalîna çeng û bilûran
ẍulẍulîn di qesir û qisûran; bilbilê xweşxiwanim ez
10
bilbim da’im dixiwînim; ez yeqîn er te nebînim
dîn dibim sewda di mînim; serxiweş û sekiranim ez
serxiweş û ebter kirim te; ji ’illetan reng zer kirim te
sutim û kerker kirim te; agir û biryanim ez
suhtim û derdê evînê; kuştîme naket yeqînê
kes bawer naket vê jînê; lew bê ḧal û malim ez
agir û pêta di dilda; me’nîya daẍan ku hilda
ew kitab na çit tu cilda; ḧafzê medḧanim ez
ḧafzê mediḧ û pesnidan; rohnîya meḧbub û rindan
bê ḧisab werbûn di findan; sutyê bê canim ez
sotme qet pêt û nar ne; kuştime zerb lê dyar ne
min demek sebir û qirar ne; nexweşê puř janim ez
nexweşê reng lê nemayî; dest li ser falê nihayî
wan digot ji çavan gihayî; kuştyê ’eynanim ez
kuştime herdu ’îwnan; yengyêt nisben ji nunan
radkin ew qetil û xûnan; girtyê zîndanim ez
girtime insaf di mîr ne; qazîy û muftî, vebîr ne
qeyd kirim kes pê xebîr ne; bende’ê hicranim ez
ma di benda firqeta te; can fida’ê xidmeta te
da bibînim reḧmeta te; nubedarê xanim ez
20
nubedarê qullehê xwe; dergevanê dergehê xwe
bîne bîr û agehê xwe; tûleyê astanim ez
tûleyê dergahê yarim; şev û rojan nubedarim
westayê der intizarim; çavryê sultanim ez
çavryê sirra li pêşim; meqseda ez lê vyêşim
hicreta yusif di kêşim; ye’qubê ken’anim ez
kore bû ye’qub ji dînê; ji perdeya daẍa evînê
ger dibîn veke birînê; ḧewceyê luqmanim ez
wan digot luqman tebîbe; gote min xef ’indelîbe
şafyê derdan ḧebîbe; bê bawer û îmanim ez
sund dixum bişahd û dostan; kevvir û seylên li bestan
min bixiwe licerḧan bi bestan; bê raḧet û asanim ez
’aşiqan raḧet ya kême; agir û pêta dilê me
çend hizar medḧan dibême; muḧîtê esmanim ez
xuzî min sed ser hebana; sed hizar dev pêvebana
ew hemû li medḧê tebana; hêj bwan nuqsanim ez
ez kiz û zer bûm ji qeḧrê; dê devek çi bikit ji beḧrê
yan du çav çi bikin li seḧrê; lidîtna ’eynanim ez
sed hizar çav min di vîna; bayekê perde hilîna
xet û xal min têr bidîna; ’işq û qûtê canim ez
30
her kesê ’işq tê eser kit; sed hizar perdan di ber kit
hemwan dê ker biker kit; tazyê ’uryanim ez
perde çû ez mame tazî; dilsera meḧbub dixiwazî
min ’ibadet ’işq û bazî; bê mey û meyxanim ez
xaneya badey û mey tê; muẍnî û hem çeng û ney tê
min ji ’işqan heya hey tê; serxiweş û sukiranim ez
serxiweşê ava ḧeyatê; meclisa reqis û sema tê
dê çikim bi sewm û selatê; bi koze û fincanim ez
ew meyê gerden dirêjan; şîşe û wan badeřêjan
min nema hiş li nivêjan; lideftera dînanim ez
«mîm û ḧê» ’aqil vederda; sicleya ’işqê û derda
lew qelem anî biserda; me’fuyê ẍufranim ez