ey av û av

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 6 Xulek  3672 Dîtin
ey av û av, ey av û av; ma tu bi ’işq û muḧbetê
mewc û pêlan tavêy belav; bê sekne u bê raḧetê
bê raḧet û bê sekne’î; yan ’aşiqê baxwê xwe’î
yan şubhetê qelbê me’î; ji ’işqa kê na tebtê
ji ’işqa kê her têy û têy; heta kengî her bêy û bêy
bo min bêje ḧeyranê kêy; da ez bizanim qisetê
da ez bizanim vê suřê; ji hindekê heta puřê
ji me’neya vê guř guřê; ji kêřa dikî vê ta’etê
ta’et dikî bê pa u dev; çendî dikî çûna li hev
dengê te tê bi roj û şev; zikirê dikî bi ḧaletê
jikêřa dikî zikirî bi ḧal; qet guşguşa nakî betal
şubhetê min reḧtê ’emal; şevan û rojan xew netê
şevan û rojan bê xewî; ji miḧbeta kê di tewî
şevtarîyan qet na ḧewî; tu ji emrê kê vilez ketê
tu ji emrê kê her têy bibez; sewdaserî şubhetê ez
jikêřa dikî çûna bilez; vê serqutan û ẍulmetê
ẍulmet dikî bê pê û dest; ji kêřa dikî çend koh û pest
baxoy negot gavek vewest; hindî diçî dengê te tê
10
dengê te tê bê pê û hev; ta’et dikî bê qelb û dev
peyda dibin ji te muc û kev; şîn boy ji rengê qudretê
geh geh sipî şubhetê şîr; qet mislê te naçin tu tîr
renge ku te yar tête bîr; meyla ḧebîb ji çuna te tê
lazim te meḧbûbek heye; yan dost û metlûbek heye
yan meyl û mensûbek heye; lew bê libas û kiswetê
lew bê libas û tazîyî; bi reqis û seyr û gazîyî
jikêřa dikî ’işqibazîyî; remz û siřan te vêketê
remz û siřan vêkira dikî; ḧemyan v baxuřa dikî
wek ’aşiqan sêran dikî; gerha di mîhra ẍurbetê
geřha dinêv pîre dinê; qet na nivî, na seknê
reng şubhetê qelbê minê; ji miḧnetan û zeḧmetê
zeḧmet berî, miḧnet keşî; tu nazkî, teb’et xweşî
bê riḧ li ’erdêřa dimeşî; bê dest û pê tu ji kûve tê
bê dest û pê, bê çeng û peř; bê pêl û mewc û fetil û geř
peyda dibin jite «kiř» û «fiř»; nakî beyan vê ’iletê
vê ’iletê beyan bike; tu vê siřê penhan bike
carek li min ’eyan bike; da seḧ bikîn ḧikayetê
da seḧ bikîn vê mes’elê; cuz’ek ji beḧsa ewelê
binyadî bûna menzelê; dewran û çerxa xîvetê
20
xîveta ’alem di navê; ji berketa feyz û gulavê
min temenna kir ji avê; ji me’nîya ḧeqîqetê
ḧeqîqeta van cewheran; me’rîfeta ’enasran
penhan neke ji yar û biran; bê fem bibêje ḧikmetê
bê fem û qîl û qal bibêj; hêdî bi lefzê ḧal bibêj
ber «mîm û ḧê û dal» bibêj; şerḧ û beyana kaẍetê
da kaẍetê «asbatErebî» bikîn; qeydêd hûr «a’tibarErebî» bikîn
carek li min «azharErebî» bikîn; «waziḧErebî» ku fehmê min re tê
dîdar û dîna sertemî; avê bi rebbê ’alemî
tu «ḧadisErebî»y, yan «qidemî»; yan tu nizanî ḧikmetê
ber çi ne meşruḧ ew sixin; rojek ji bunyada mezin
bîna qedeḧ jê di hate min; ew bîn ji bunyada tetê
ew reng dibêt ava zelal; buhrîn li min çend mah û sal
qet kes nekir ji min ew su’al; heta giham vê sa’etê
ḧeta gihame vê demê; ma yek nebû di vê ’alemê
’ebdek ji puşta ademê; bifkir di eḧwalê şetê
kehnî dizên cû jê diçin; hindî xudê dan ins û cin
qet kes nekir ev pirs ji min; ne ji enbya’ê ummetê
miksî dibê avê webû; pêẍemberan ’aqil hebû
qet hewce’ê pursan nebû; wan dest gehabû suḧbetê
30
ew suḧbeta cara ewl; pêẍemberan dizanî şuẍil
’eybe ji bo ehlê ’eqil; teftêş bikin me’rîfetê
me’rîfetê teftêş bikin; pirsan li bûna pêş bikin
wan qissetan vetêş bikin; li ’arfan kerahetê
qenc vê qissê izhar bike; li ’arfan ikiram bike
xelqê xudê ’eqil bike; da seḧ bikîn kirametê
xelkê xudê ’aqil kirî; hem ’arf û kamil kirî
nûrek didlida hilkirî; eslê qisan rê di betê
ê mislê min bê ’ilim û xet; mecnunekê ḧeywan sifet
bê teftêş pisyaran di ket; bê rehnima kî babetê
pirsa feqîNasnava edebî bê cih nebû; lewřa di furqanê hebû
’erşê xudê li ser tebû; avê gelo bîra te tê?!
avê cewab da bê suxen; ezman nebû, bi ḧal gote min
remzên di padşahê mezin; subḧan ji wê seltenetê
subḧan ji me’budê li ser; kî dê ji «alle»řa kit xeber
em çar «bikir» anîne der; kiç bûn di kenza qudretê
kiç bûn di kenza qidemê; baxwî ji ’işqa ademê
anîne karê ’alemê; zahir kirîn livê sûretê
zahir kirîn çar «bakire»; ba û av û ax û agire
ḧeywan hemû jê çêkire; dar û nebata kiswetê
40
dar û nebat û le’il û zer; ḧeywan û esnafên diser
teyr û tyûr û de’bewer; teftêş kirin ji nutfetê
çi tişt pîçe na ferircin; insan ji tînê di xarcin
lew cin ji narî di marcin; dûre li melek teb’etê
çar teb’etîn vêkřa zidîn; hem ateşîn hem bardîn
di beḧra «heywila» di wardîn; melbus bi vê wechyetê
bi çar wechan em yabsîn; «miqîm» yeke em ḧadsîn
lewřa ritub û yabsîn; hem jî di xwazîn ref’etê
hem suflewî bazî dikîn; hem meylî evrazî dikîn
hem «kînun» hem gazî dikîn; carek bibînîn ru’yetê
carek bibêj em çar xwehîn; bê mesleḧet na kerirhîn
ji meşyetê na bettihîn; cudakirîn ji wesfyetê
ji wesfyetê cuda kirîn; ji suḧbetê em rakirîn
ḧeta qyam sewda kirîn; sergeşte’în di ḧîretê
di ḧîretê sergeşte’în; qa’im li ser zatê xwe’în
çarde tebeq karê we’în; rabû ji mazaErebî ẍefletê