feqe û bilbil

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 3 Xulek  1544 Dîtin
1
bulbul dibê awazan
xirab carek xuyakir
bes bike şi’ir û sazan
ateş li min te rakir
çend didî fiř û bazan
ji teřa nînin çu agir
2
ji teřa nînin çu pête
çewa tu puř ’ezabî
da’im dengê te tête
sa’etek hêdî nabî
muqîm te yek divête
kifşe tu ḧal xirabî
3
ez dê çima hêdî bim
em puř dibîn biharan
mecruḧek bê tebîbim
di nav leyl û neharan
ji dosta xwe xerîbim
zêde ji ’işqa yaran
4
kesê ku girtî yare
bi dil yekê di ḧebînî
êdî na’ê qerare
dê da’ma bixiwînî
xyal û xem dîdare
divê kengî bibînî
5
kesê ku bi ’işq û muḧbet
bi dil yekê peristî
da’im dê bête xidmet
bi rastî û dirustî
«miqîm» dê çav li rê bet
lew şev û roj na westî
6
er bi şev, er bi rojim
ez murẍê nav hizare
bi dil xwe şubhê dojim
têk bûme pêt û nare
ji ḧuba gulan di sojim
lew min na’ê qirare
7
feqî ji bilbil ra guhtî
tu ji wê siřê çi zanî
ewa tu ji pêşve suhtî
fida bike tu canî
ew ẍezela te puhtî
tewḧîde bê me’anî
8
tewḧîde ’ilmê ḧale
’arf dikin tefsîrî
miradek wî li bale
bi «min lidin» xebîrî
nizam te kî xyale
tu bi kîjanî dilgîrî
9
bilbil dibê bizare
daẍa di dil rehsitin
kamil bûye bihare
ahek ji gul ra histin
bişkiftî belgê dare
ḧeram bûye nivsitin
10
nivsitin li min ḧeramin
da’im di ẍulẍulim ez
ji werdan ḧal geha min
bi ismê bilbilim ez
evînî gaf û lamin
(miqîm) ku dil kulim ez
11
serdarê dil kulanim
ji êş û jan û daẍan
li terḧê sunbilanim
di xûnim lew di baẍan
’aşiqê sorgulanim
dê lê bigirim qişlaẍan
12
«feqî» go bilbil taze
tu bilbilek sewda’î
’işqa gulê mecaze
tu yarek bê wefa’î
dostê ebed bixaze
da lê nebit fena’î
13
’işqa mecaz tu terke
ew siř û dîn betal bûn
tu yarekê hederke
li min bê ’ilim û ẍeyb bûn
carek li wî nezerke
ebed heye her hebûn
14
’işqa mecaz hilîne
ev reng dibê betal bit
tu bes weha bixiwîne
te ber bi zî celal bit
dostek ebed bibîne
da’îmê bê zewal bit
15
bulbul dîsa xeberda
qismet cara ewel bû
’aşiq bûme li werda
me’şuqa min surgul bû
dikêşim jan û derda
lew min birîn di kul bû
16
ji werdan ez bi êşim
di ẍafilim seḧergah
mulazman mey kêşim
gişt eẍleban derîn mah
da’im ez wê li pêşim
di xûnim gah û bê gah
17
feqî wegote bilbil
murẍê fehim be’îde
te zû bi derda ’aqil
xyal na’ê tewḧîde
padîşahê kulumil
tu muḧbetê bi wî de
18
her kesê ew nenasî
maye di ẍefletêda
digel kor û qyasî
ebed di zulmetêda
«fîؤxiz balniwasîErebî»
melûle di ḧîretêda
19
ya ḧeq tu fi’lan çêke
me dûrke ji ’asîyatan
şefqê li mîm û ḧê ke
bi lutif û hem bi iḧsan
ava reḧmê tu lêke
lewřa ku tuyî ẍufran
20
em dê biçîn ji oldaşe
navê me dê bimîne
’umrê me çû belaşe
çu feyde me nedîne
ger qewlê me bibêjî
fatḧê ji bo me bixiwîne