beytî ’ebduřeḧman paşay bebe

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 4 Xulek  884 Dîtin
xaleq! her etûy qadir,
řebî! her etûy qadir,
çend baqî û hem nadir,
toy ’erz û asman řagir,
heştê hezar ’aleme, bê şike wełlah zyatir
emnîş yekim lewan ’aleman, xo degirim le hemuwan kemtir.
secdey şukirêm leser bû, netxûłqandim be kafir,
«la alh ala alilhErebî» sed hezar car şukir
toy ewweł û toy axir,
toy batîn û toy zahîr.
çend baran û çend befir
çend řûbar û çend beḧir
çend asman û çend hewr
çend beheşt û çend awir
çend qoşen û çend leşkir
çî tû pêt bibê emir
neşbêtin deykey ḧazir.
ḧazir dekey be řewanî
řebî her toy ten subḧanî
xalqî kullî şey’anî
malkî beḧir û beřyanî
’alim û xebîrî hemuwanî,
tewfîqderî, muste’anî!
ezim «’elî berdeşanî»
de bendêm nekey zibanî
beytê dełêm be dîwanî
medḧî paşay kurdistanî
medḧî paşay kamyan başe
şayed řom û qizłibaşe
her carê şîrî dekêşa
hemûy dehatne temaşa
’alem ałaye çaweşe
merde ’ebduřeḧman paşa
paşay beban cîhangîrî
wek řostemî załî pîrî
teḧa be řa û tegbîrî!
řanabwêrê be řezîlî:
«nakem xizmetî wezîrî
nanî destênim be şîrî!
be şîrî nebê qet pêk naye».
dewłet nayete ředaye
naçme seferî leḧsaye
yaẍî debim le beẍdaye!
yaẍî debim înşa’ełłah
xizmetî nakem wełlah!
aferîn barekełlah!
tewekel te’alełlah!
he kuře bebeyne hellah!
bebe hatin belêmişt
le ẍîretêyan best pişt
destî le beẍdaye şuşt
ḧemed paşay koyî kuşt.
kuştinî be çi qerar bû?
paşay beban serdar bû
sed wek wî xizmetkar bû
de ḧałî xoyda şofar bû
xizmetî paşay pê ’ar bû
bê tal’î le milan bar bû
tal’î paşay dyar bû
paşa kirdye guftugoyî,
legeł to miḧemed koyî:
«ḧezim kird hatî û neřoyî.
zorim ḧez kird mîrî soran
dû zimanî wekû goran
be eqił hatûye noran
bê kesî dujminî zoran
ewcar lêy den be satoran»
sator deban řeng şimşêrî
dest û bahû ḧemley şêrî
way kutwe şî’rî şayêrî
yałlah paşa gwêm bidêrê
ke firset hat, qet neybiwêrê
merd her xoy be ełlah despêrê.
her ełlaye û saḧîb suře!
wedest kewt bebê qiře
piştyan şikan, zigî diřa
le sayey tû řîşî biřa.
lêk swar bûn kuře kuře
lerdû urduwan bû be çiře.
bû be çiře û seławat
quwequwe, hatehat
her xêwetin bê qełat
hey destî bê destełat
koyî gîran kê hełat?
lewan koyî de bedbext
xelas naken řûḧî sext
kelepûr û małî neẍd
esp û êstir řêşme û řext
wergîra neẍd be neẍd
wergîra be qetarewe
be ałtûn û dînarewe
be aẍa û xizmetkarewe
paşay bexşîn be barewe.
çî pê bexşîn pêy bûn ẍenî
paşa swar bû bo mewtenî
metał le gwêy kergedenî.
hat, geyîye qereḧesenî
eseḧ yaẍîye pêdekenî
le pêkenînî serdarî
çiřeçřî koç û barî
hełgîra řêye řêbwarî
le ciḧêł ta herzekarî
her le pîr ta îxtyarî
herçî destî bigrê darî
dunya debû şewî tarî
xwên le samî soran barî
xwên barî le samî sor
her le nîzîk her ta dûr
paşay beban qiřan qiřan
bû beserî ser eskeran
swêndî xward be pêẍemberan:
«le bo şay denêrim seran
serî ewẍan û qeceran».
sirke sirk bû le mûnderan
qasîd hatewe be mutleq
qisey kirdin deqawdeq:
wezîre wek berdî řeq
ew xeyanî musteḧq
řecaye nagirim beḧeq
leser zînim neken şeq
beẍdayem pê neken leq».
şay ke ew qisey pê dezanî
hełdesta bo ser çokanî
herdûk destî dan le řanî:
«paşay degeł selîm xanî
denêrmewe kurdistanî
le kurdistanî baxêwê
le beẍdayê ser bibzêwê
êran û tûran bişêwê
herçî lêw dabnê leser lêwê
nermî dekem wekû mêwê
derî dawêm lewê nêwê
derî dawêm be ’eceman
be hewşar û muẍedeman».
peyda bû seday zemzeman
leber dengî zîl û beman
şêr hełatin le gwê çeman
neheng de beḧranda neman
şa xoş bê nekêşê ẍeman
řahî bibê, çi qise neman
řahî bê degeł ałaye
lêre biřwa ta beẍdaye.