xezêm

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 9 Xulek  1187 Dîtin
kiçî domî ḧezî le kuřî domî dekird. řojêkî dawet bû. hatne kin kuřekey gutyan: «meqaman biłê dawetê dekeyn înşałla».kuřekey gutî: «lêm řawestin heta nîweřoye; nîweřoye cwabu dedemewe». pyawekan řoyn. kuřeke ledû kiçekey nard, gutî: «małe westa şałî dawetyane biçim yan neçim?» gutî: «bełê. debê biçî dawetê bikey». nîweřoye hatnewe kinî. gutyan: «dawetekeman bo dekey yan nakey?» gutî: «bełê; dêm». kuřeke hełsita çuwe meydanê, destî bemuqaman kird. dawetî gêřa. temaşay kird dostekey wî nehatbû. degrya, gutî: «şagird! ew dawetey bigêře». wederkewt, çuwe kin dostekey xoy, gutî: «’umrekem, ewe bergerdyan kirdûy, boçî degrî?» gutî: «wełla kesî îlaqey nekirdûm; beła kirasim nîye boye nayem». gutî: «ewe deçme nêw dawetê bangit dekem parçe heye be cuwane, her kirasî keyfit dênê bîkře». gutî: «emin sê kirasim bo kirdûy». gutî: «axir daykîşim çwar kirasî bo kirdûm, ḧewt kirasim heye, hîçyan bekeyfî min nîn» gutî: deçim bangit dekem». çowe, dełê:
«řojêk le řojan ser le sibḧeyanê
yarim řawesta lepêş heywanê
be zułfî lûlî deka şeřanê
henyey zerîfe mangî asmanê
be çawî řeşî deka giryanê
kułmey fanose wa le dîwanê
kepoy yaqûte, meger heyasî dana me’nay bizanê
lêwî îstîfe, leser dûkanê
didanî gewher, wa le karxanê
pirsîm bo degrî ey ’emir û çawim ey kîje cwanê!
dełê: kirasim nîye biçme dîlanê
dełêm bînayî çawim gewher û duřim!
min bałdar nebûm, bebałan bifiřim
miḧendek nebûm, bexom bixuřim
biçme mîsir û şam kirasêk bikiřim
biçme mîsir û şam
eger pêm biçê ḧewt sałî temam
awî mekanan be min bê ḧeram
heta be sed sałî her bo xom ẍulam
ew kirase be min debê temam
le karî xułay çilon te’cub mam
řojêk le řojan çûme bajêřî
xwaceyekim dî kîmxiway degêřî
nîw gezim lê kiřî be sê sed zêřî
dû setîşim da neku wey gêřî
xułakey westayne! kirasî çabê
her durûmanî lalêk têdabê
nazdarim zîze, pêy qayl nabê
debê qayl bikem, dinya xirabê
eger ew zîz bû kasbîm nabê
kasbîm nabê debim sergerdan
xerîk û xemnak kewtime xêłan
wêłdaş û xizim lêm deken fêłan
hey! mizgênî berin kiras hatewe
debłên be leylam bê bîbatewe
dełê kirasim dewê saf le mahût bê
dewrî damênî dûř û yaqût bê
le řastî memkî denkî zimřût bê
kirasim dewê, saf le kîmxiwa bê
kobey qenewz, berî xara bê
łał û gewher guławřêzî bê
ketanî hîndî peřawêzî bê
nêwî memkanî nexiş û nîgar bê
wêney hîndustan karî dyar bê
sed westam dewê, le paye ’erzî
dûsed şagird bê boxoy û derzî
kiras bidrwê le gułûkî řezî
le bejnî yarim boxoy bilerzî
sed westam dewê le banî koye
heşta le mûsłê, şêst le şinoye
kiras bidrûn le gułî lîmoye
debła tenk bê
nask û şilk bê
bo çaw hełoye
sê sed westa bên lêre le lacanê
şêst bên le mûsłî çil le taranê
kiras bidrwê gułûkî řêḧanê
debła tenk bê
nask û şilk bê
bo neşmîlanê
sê sed westa bê lelay diryazê,
şêst bên le mûsłê, çil le şîrazê
kiras bidrwê le gułî pîwazê
debła tenk bê
nask û şilk bê
bo bûke nazê
gelî biraderan ba gwê bidêrin ew base
temaşay ew kuřey, çende îxlase
le dinyay řûn bû be xewase
le swê ew kiçey bû keř û kase
nazanim hîndîye, yane biłbase
bo xatrî xułay! emin binase
yar deber naka qet ew kirase
dełê edî çibkem le řûy dinyaye?
lewey zyatir çim lê pêk naye
le bom bang kene seyd û melaye
degeł daykî xoy biken tikaye
biła zeḧmetî min neçê bezaye
tikayan lê kird behemû dinyaye
were, kiras tewaw bû biço destî şaye
ewřo hełpeře, ta řojawaye
diłit xemgîn nebê bike sefaye
seyd û melayne! çend becgerm
engo wa dezanin, zor qelenderim
lengo waye, zor minetberim
xołî ḧewt gundan dekem be serim
ew kirasebê û nayete berim
lew xełqe waye min sewdaserim
lengo wa bêkes û bê biraderim
ḧaşa û madułła! wa qelenderim
dêm hełdepeřim ta keyfîş berim
eger way zanî ew nazenînê
hat û destî girt le hełpeřînê
xoy be’ezrêda da ta řojawaye
xezêmêkî ałtûnî le kepoydaye
de kepoy xoy kird le bo cwanî
hênd hełpeřî le řûy zemanî
le kepoy kewtibû bexoy nezanî
bexoy nezanî bibû canfîda
axir lew kirasey wa kirdibû ḧaşa
elḧemdulîla xezêmîş nema
heta êwarê feslî řojawa
dawet berhełda kira, xełqî geřawe
ke çowe małê şûştinî çawe
biskî xurmayî dû be dû kirawe
eger awêney bo xoy hênawe
temaşa deka řengî sûtawe
le kepoy xoy nwařî xezêm nemawe
çibkem, çi bikirênim, emnî feqîr
meger xuławendî ’alemîn bika dezgîr
lêm qibûł nekird kiras lew feqîr
xuła way lê kirdim bûm xułagîr
kuřeke gutî: «biła biçim bizanim, kiraseke dirwawe yan nedrwawe».
řojêk le řojan fesłî newbuhar
beřêzey małanda deçûme xwar
yarim řawesta zwîr û zigar
firmêskî çawî qet neygirt qerar
beser kułmanîda dehate xwar.
de diłim berbû awrêkî bê îxtyar
pirsîm: bo degrî ḧebîbî nazdar?
le ’eybetan dił nagrê qerar.
pirsîm: «bo degrî, ey ’emirim, çawim
yarê, nazdarê, biskêk le xeney, yek le jengarê».
dełê: «xezêmim lê kewt fesłî êwarê
meger êłçyan binêrme bênazê».
pirsîm: «bo giryay ey małe babim
ey ’emir û çawim yar nazenînê
lêm bûy be perîzadey çînê
dełê: xezêmî kepom karî mêrdînê
le kepom kewt le hełpeřînê
meger biçim bo wiłatî medînê»
eger law zanî ew qere xeber
xołî ḧewt dêyan law deka beser
dełê: eger nemirim, bijîm, bimênim
debê înşałla ew karey pêk bênim
yane małî xom pak dedořênim
yan eweta serî xom debetłênim
yan deçme îsfehan xezêmêk dênim
yan debê lêm bibřê řêy guzeranê
yan ’êlî terk dekem, hemû kes bizanê
lêm ḧeram bibê germên degeł kwêstanê
qet çekuçî nekutim leser sindanê
le xom ḧeram dekem řêy guzeranê
yan bo xezêmî deçme îspehanê
be qasîdî be hemû kes bizanê
her ewê demê gut be dełałan
le bom bigeřên le hemû małan
her le gewreyan heta mindałan
her le mindałan ta îxtyaran
tazyey řabgirin ta ḧewt sałan
pak seru debiřim mał bê betałan
eger tezkerey padşay dexwênî
ře’îsî beban ta’cub demênî
ew sał îsaẍa xercê nestênî
tuxmî pîr ẍeybim lêm bike seławê
payzêk dadê, meken hîç řawê
hatehat meken le çomî germawê
aderbaycan ta wiłatî êran
qafłe de bend çûn hemû řê gîran
le şarî siney dûkan hełgîran
xezêm bizir bû, dadêkî gîran
êran û tûran beẍda û îspehan
tewrêz û taran cizîrê botan
serdeşt û sine ta wiłatî seqiz
’alem le tazîyey xezêmê bû kiz
serdeşt û sine belay şinowe
’alem řonîştuwe dest be’ejnowe
wirmê û meraẍe taku qendehar
bazař û dûkan nebê qet le şar
bebe le seran qet nayete xwar
ḧukmatî neka ew padşay serdar
nabê ew dinya bibê berqerar
teředud bibřê le řêy řaguzar
ḧukmatê neka padşay amêdî
dasnî û dinya û sima û êzîdî
naçne tewafî qebrî şêx adî
dasnî û dîna, temamî wiłat
qayl nîm hîç kes řimbazyê bikat
qayl nîm hîç kes bika cilîtanê
her tazyebar bin bo neşmîlanê
debê xuła ew kare bizanê
yane têk dedem wiłatî êranê
debê îngilîs û ’irûs bizanê
ewîş tazyey řabgirin bo neşmîlanê
xezêmî lê kewt le geřî dîlanê
senge û delo xêłî pałanî
lek û zengene, xizmî bûbanî
wiłayetî şwan, las û řojbanî
lewêş betazyey xezêmyan zanî
lewêş řonîştin bedłigiranî
dełêm: «xeberêk hat le wiłatî êranê
debê germênîş pak pê bizanî
xezêm bizir bû, hîç kes neyzanî
xezêm bizir bû, le geřî lawan
ewcar îsaẍay nard bo derawan
lawî de ximîda desře û kuławan
xezêm bizir bû tazye le lawan
giryan zor buwe bo bełek çawan
xelq xemgîn bû bê sûç û tawan
pak tazyebar bû xełqî êranê
xeberê berin padşa bizanê
řuḧmêkî bika bo řê guzeranê
binêrê zêřînger bê le îspehanê
xezêmêkî dirus bika, bo neşmîlanê
biła sułtanî estembûłê bewhey nezanê
dena de mexlûqî dexen qiřanê
şadî hełdegîrê le memleketî êranê
zêye badînan çi gewre û pan bû
qumêkî awêy têda nemabû
masîy bestezman hemûy xinkabû
le deryam kirduwe wa pirsyarê
degeł deryam dû qisey guftarê
dełêm: «bo îşk bûy beteřî beharê?»
dełê: «tazyeye bo xezêmî yarê»
cwabêkî berim bo êrewanê
qaqez binûsim, degeł fermanê:
«xezêmî ałtûn î kîje cwanê
le kepoy kewtuwe le geřî dîlanê»
de çyay sefînêm bigeřê xeber
her gułêk le ’erzî ser bênêteder
bequłîngî ferhad połay becewher
le řeguřîşey bo dekêşmeder
lolo şeqawî le dem řûbaran
xeybetyan dekem, sed hezar caran
çeqale û gêwij wa bekewtewe
biryan, lêk weran, behełatewe
şînêkyan gêřa, xoş nebêtewe
teterêk lelay mûsłê hatewe:
«mizgênîm le tu, ey herê lawe!
xezêm bizir bû ewe bînrawe (bîndirawe!)
xezêm bizir bû sungey zemanî
mizgênîm hêna bo ewłaxanî».
xeberyan dabû be mexlûqî êranî
biła çeper biřwa, mexlûq bizanî
tazye hełgîra lenêw musułmanî
hezar řeḧmet bê le babî «řeḧmanî»
xezêmî fêrkird be «saḧîbî ełmanî»