culindî 2

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 13 Xulek  739 Dîtin

pêẍemberî xułay dest hełdênî:

xułaye! eger natewê ometêm lê beqřibênî

çend melekanim lejêr zemînê bo dênî

çendanim leser zemînê bo dênî

çendîş hatin le jêr zemînê, hemû hatne yarmetî muḧemedî medînê

destyan kird be xendeqê xendeq diřînê.

řesûłî xułay řawestawe

ta xendeg bû tewawe

tewawin kird bedił û cane

çil gez qûłe çilîş pane

ke xendeg bû tewawe

piř le aw řawestawe

qamîş lewê hełsitawe

ke cułindî le xewê hełsitawe

leşkirî pak xiř kirawe

saḧb menseb hat lewlawe

dełê: sîḧrî ’elî zor tewawe

ew xendeqe çîye binyad nirawe?

dwênê emin ewhem nekewt beçawe

kengê le ’elyan gêřawe?

şeytan gutî: lêre nemawe,

ewe le mekey dêşê çawe.

cułindî dełê: sîḧrî ’elîye řonrawe

tegbîrim bo biken be hemane

biła lêy dirus bikeyn kił û pirdane

hemû řojê nayeme êrane

debê medîney bikem wêrane

wêranî bikem yekcarîye

bikujim taqe swarîye

dinya bo min yekber bîye

qet nemênê muḧemedîye

wayan gut wezîrî wîye:

qisey şeytanî be’î nîye

be but û senemê swênd xwardîye.

gutî: ’elî le mał nîye

nabê lew karey xoş bîye

çunke ew diroy kirdîye

ew şeytanî neḧletîye.

îmamî ’umber le mał nîye

şeytan hênay mizgênîye:

medîne çoł û xořayîye.

şa gutî: edî ew xendeqe çîye?

gutî: şa beserî tû agam lê nîye

ew maynêkî îmamî ’umberîye

le małî xoy derpeřîye

betełebe û çarey nîye

maynî îmamî ’umber lewberî bedḧałe

espî cułindî řeşe, zengîye, gerdin bexałe

lêy swarbû cułindîye

eger lewberî beher çwar pêyan fiřîye

çil gez xendeqî qûł û xendeqî pan weberî xoy biřîye

cułindî de medîney degeřa kołan bekołane

haware le min esḧaban leber ew kafrey derkyan le xoyan gałedane

dwazde esḧabe bûn, lew mekane

lecêy îmamî ’umber û ḧezretî ’elî newciwane

şeřyan degeł cułindî dekird, tabyan nehêna ew bestezmane

tifaqî dwazde esḧabane, her dwazdey lê kuştin

dest û baskî bexwênê dařiştin

bexendeqî çil gez qûł û berînda řoyştin

eger esḧabe wayan zanîye

hemûy şîn û waweyla û girîye

pak îcma’î kird, hate kin xoşewîstî řebîye

dełên: ya řesûłlaye bibîn bequrbanî serîye!

îmamî ’umber û ’ezretî ’elî le mał nîye

ew kafre heman qiř deka çareman çîye?

řesûłî xułay fermûy: «metirsên humêdman řebîye.

destêkî dî gutî: wełlahî ewcar medîne becarêkî wêran debîye

etû boçî le dûy ’ezretî ’elî nanêrî êłçîye?

řesûłî xułay deng hełdeyenî

dełê: kesêk cwabêkim bo we şêr ’elî řabgeyenî

qesrêkî beheştê baqî le min bistênî.

dayke pîrêk lewê biłind debîye

dełê: řesûłî xułay, bitbim bequrbanî serîye!

eger pênawdarî minî beqesrêkî beheştê baqîye

emin ewřo cwabit bo degeyenme şêrî řebîye.

dełê: daykepîrê serispîye!

wenakem bitbê gileyîye

detdemê qesrî yeqînîye

dayke pîre way gutîye:

řêy no şew û no řojan bot debim be’êłçîye

řêy meke û medînan hênde kem nîye

ḧezê dekem qisey xom bibyem beseḧîye,

da sibḧey le tom nebê gileyîye

şikayetit lê nekem le baregay řebîye

bizanim le beheştê, qesrî min sûre ya sipîye?

wehay fermûbû serdare:

řêy no şew û no řojan debîye zeḧmetkêş û xizmetguzare

le beheştê baqî, le qesrî sûr û sipî diłî xot bike muxtare.

kê bû le daykî pîrî serispîye,

eger ew qisey bîst le xoşewîstî řebîye

destinwêjî xoy hełgirtîye

bermałî xoy řaxist dû řika’etî sunet û duwanî nwêj kirdîye

le dayke pîrey du’akirdin bû

le melayketan wergirtin bû

le êxî cibrayl birdin bû

le řebî ’alemê qibûłkirdin bû

kê bû le dayke pîrey gułbawe

le xułay xoy zor pařawe:

le medîney xerap qewmawe

şêrî xułay lêre nemawe

kak ’umber řoyî bewlawe

řebî seferim bibê tewawe

cułindî hatuwe lewlawe

pałewanêkî tewawe

ew şarey de meḧsere nawe

dwazde esḧabe kujrawe

kesî le pêş řanewestawe

dełê medîney dekem biławe

dayke pîre řawestawe

qinûtî dexwênd tewawe

şeqjinî le bałî xoy dawe

çuwe asmanê řawestawe

îklamî ’ezretî ’îsay kêşawe

le pêş destî řawestawe

esto keçe, řawestawe

ḧezretî ’îsa boy pařawe

’erzî wî bibû tewawe

dełê elḧemlay karî min nebû sawe

lewê îcazey wergîrawe

dayke pîre, merexes bû geřawe

no şew û no řoj tewawe

se’atêkî qerar danrawe

řezay dû kesî bełek çawe

xoşewîstî xułan benawe

le ’ezretî fatîmey kird seławe

’ezretî fatîme dełê: «’elîkum eslam û řeḧmetułłahî dayke pîre ser hertik çawî min hatî

were kin min bixo parwêk zad û zewadî

dayke pîre dełê: ’ezretî fatîmey, ḧeqe û beřêy dûr hatme, têrim newek birsîye

etû nazanî çi de’wayek le małî baban qewmîye?

hatûye ser medîney kafrêkî cułindîye

kuştî dwazde esḧabey de nebîye

dełê medîney wêran dekem beyekcarekîye

řesûłî xułay emnî nard û be qasîdîye

ḧezretî fatîmey dełê: ’elîye, way ’elîye!

qasîdî řesûłî xułay hatote êre beyekcarekîye

heta de’wayek le małî babî min deqewmîye

etû çawî xot leser emin debestîye

dełê: fatîmexanê! le xułay xot bibê şerme!

ewřo awrî çawanim satî le germe.

fatîme dełê: ’elîyey qeytane! eger pêt nemawe hunerî de mêrdane

dułdułî bide be min degeł çekane

yan destênim tołey ew esḧabane

yan emnîş deçim be derdî wane.

ḧezretî ’elî dełê: dayke pîre çawbaze!

ço du’ayekim le xizmet xuday bo bixiwaze

kê bû le daykî pîrê serispîye

çû dezniwêjî xoy hełgirtîye

bermałî xoy řaxsitîye

dû řeka’etî sunet kird, dû řeka’etî nwêjî dîye

le daykî pîrey du’akirdin bû

le melayketan wergirtin bû

le êxî cibrayl birdin bûn

le řebî ’alemê qibûłkirdin bû

dayke pîre dełê: řebî padşayekî muxtarî

hem qadir û saḧb îxtyarî

mutleqa boxot cebarî

hate asmanê hewrêkî řeşî tarî

kil û totyay lê debarî

le bo çawî şengeswarî

hate asmanê hewrêkî řeşe

kil û totyay lê barî xoş xoşe

çawî ew şengeswarey pê bû gułî geşe

leber fermanî cebarî

hate ber asmanê hewrêkî tarî

kil û totyay lê debarî

le bo çawî şoře swarî

kê bû le dayke pîre serispîye

bedestî mumbarekî kilçêwkî mercanî girtîye

kêşay de çawî şêr ’elîye

swêndî lê bixo biłê şitaqe biř elem le çawî wî nîye

ewa çawî hełat, ẍenîmî cułindîye

kafran qiř deka, beyekcarêkîye

îmam bang dêłê: qenbere!

dułdułim bo bêne dere

lêy bike zînî muḧtebere

seferî małe mamim kewte bere.

ke dułdułyan hênadere

lêyan kird zînî muḧtebere

îmam boxoy kêşay tengewbere

pêy na řikêf kewte sere

kê bû le şêrî gułbawe

çendî esḧabe û ewlya le dewrey řawestawe

awřî we xełqî dedawe

’ezretî fatîmey westawe

hertik çawî piř le awe

dête xwar weku sêławe

dełê: medîney babim nemawe

kwêrim bibin hertik çawe

şêrî xułay bo řawestawe

leknim le cułindî tirsawe

boyekî nařwa bewlawe?

’ezretî ’elî fermûy: «ewřo byanûy lê degirim. deşqemî gerdinim aza bika.

eger ewřo gerdinim aza neka, îdî nakirê heta qebrî.» bangî kird:

fatîmey çawbengîye!

ew seferem yekcarîye

nambînyewe carêkî dîye

’ezretî fatîme degrî

dełê: şêrî xułay yekcar nadrî!

medîney babim, şulûẍe boye hok û byanuwanim pê degrî

çibkem ewřo ḧałim waye

medîney babim de şulûẍî daye

heřo biřo beşî beheştî xom sertapaxwar daye

’ezretî ’elî fermûy: fatîmey saḧb xatre!

lebizit le awî ḧeyatê xoştire

beheştî tû çi lê bikem î xom le î tû pitre

fatîmey çawbengîye!

qisêkit pê biłêm beseḧîye

ewşew na şewî dîye

’ezretî cubra’îlî hat beqasîdîye

gutî: hatûm beřezaye řebbîye

ew seferem yekcarîye

demkujin û çarem nîye

î min û tû debête dîdar axretîye

kwêr bibin çawî ’elîye

daxułay kê betemat bê, lepaş emin degełit řonîşê be ḧełałîye!

ecelim hatuwe be destî cułindîye

qet pałewanî wa zebir be mist nîye.

’ezretî fatîme gutî: beḧeqî ew xułaye!

boye byanuwanim lê degrî, çunke medîney babim de meḧsiredaye?

heřo, biřo gerdinit xoş û aza bê fîsebîlîlla bo xatrî ḧezretî řesûłłaye!

kê bû lew şêrî gułbawe

demaxî bibû tewawe

awřî we piştî xoy dawe

çend ewlya řawestawe

pakî boy le xułay pařawe

leber ew fatîmey gułbawe

çawî detgut estêreye û şebeqî kişawe

dułduł nałêkî lê dawe

’ezretî ’elî neḧretey kêşawe

le řebî ’alemê pařawe

sełewatî le pêẍemberî dawe

le dayke pîrey tewawe

ewê řojê hat û geřawe

şêr gutî: dewłet zyad û mał’awa!

dułduł teyrêk bû, le hemû teyran zêdeyîye

ewê řojê çen deykird we dayke pîrey řanegeyîye

dayke pîre way gutîye:

«eger bo nwêjî nîweřoyey negemewe medîney mubarek, nwêjî becema’etim deçîye».

pîrêjin gutî: «’elî tengey dułdułî tund kêşawe, le ḧîrsa; dułduł natwanê biřwa; beqsey qerzî degeł bikem heta biřêk xaw debêtewe, tengey dułdułî ça deka, dułduł xoş deřwa zû degeynewe medîney».

îmam tenge û berey sazkirdîye

dûr û nîzîk we dayke pîrey ra denořîye.

pîrêjin bang deka:

řêy meke û medîne řêy no şew û no řojan benawe.

ewê řojê çû demudest geřanewe be dwawe

bo hendehendî nîweřoye, le řesûłî xułayan dekird selam û seławe

řesûłî xułay fermûy: ’elîye, way ’elîye!

lekin emin bixo paruwêk zad û zewadîye

nek le şeřî ew kafrey hîlak bibîye

dełê: mame, herê mame!

weser piştî zimanim naçê hîç bo tema’e

ta tołey ew dwazde esḧabe nestênim temame

řesûłî xułay fermûy: ’elî, kake! werê kake

lekin emin bixo parwêk zad û zewadî pake

nek le şeřî ew kafrey bibî hîlake

dełê: «mame, swênd beserî tû be sî û çwar cizûy kelame

weser piştî zimanim naçê te’ame

heta tołey ew dwazde esḧaban nestênim be’ame.

’ezretî ’elî swar debî bekołananda çuwe xwarê

cułindî ke çawî be ḧezretî ’elî dekewê, xoy řadebzêwî

řext û řeşmey dirus kirawin le zêřî û le zêwî

qesd deka çay ’ezîm beser yekda têk birêwî

ḧezretî ’elî bang dêłê: «cułindî, cułindîye peřqoze!

etû ew şaş û peřet leserî nebin pîroze

etû medînet bo le mamî min kirduwe ałoze?

cułindî ew cułindîy peřbiławe

şał û şaş û peřit leserî nebê tewawe,

etû bo medînet le mamî min têk dawe?

cułindî dełê: emin řołem, řołey şêrî

hîç kesim pê nawêrî

şêr ’elî nebê, ewîş gerdinêm bo řadedêrî

wilayetî medîney be min despêrî.

’ezretî ’elî dełê: babî ḧesenim, babî ḧusênim

şamarî çeng bexwênim

nemirim ewřo řuḧêt le bedenê destênim

babî ḧesenî ezim, babî ḧusênî ezim

şamarî çeng bebezim,

nemirim ewřo řuḧêt le bedenê degezim.

cułindî dełê: ey ’elî fêre cenge!

tû lew şaret xoş dê denge

binoře dułdułî, pisawnî berok û tenge

ke îmamî ’elî bedułdułîda nořîye

cułindî gurzêkî da le tewqî serîye

heta sînebendê bedułdułewe be’erzî řeq û îşkîda birdîye

dułduł hate derê le xak û le xołê,

destî kird be xuřînê û be simkołê

’ezretî ’elî dełê: zulfeqar!

bew xułayey keremdar

beserî nebî nazdar

bitdem lew gołî mindar

letî nekey wek xeyar

le xom natbestim çi car

detbeme ser westakar

bitken be nał û bizmar

be çekuçan bitken hejar

le bo dułdułî nazdar

dinya debê wergeřê yekcar

ke şîrêkî da le tepłî serî cułindîye

’ezretî cubra’îlî peřî weber nedaba beřezay řebbîye

ewê carê dinya werdegeřa beyekcarîye

cułindî dełê: ey ’elîye!

ew şîrî tû mîsrîye

ew zebrey tû be min çi nîye

dełê: bełat lê kewê, gołî mindare

etû xot řaweşêne, boxo û be espit bûy be çware.

bo xo û be espî kewte xware

kê bû le esḧabey bestezmane

seryan derhêna le kołanane

sełewatyan le pêẍemberî deda, be ’ezretî ’elîyan debjard şukirane

kê bû le esḧabey nazenîne

le kûçe û miḧelanyan ser derhêna

sełewatyan deda le muḧemedî emîne

her dew demîda îmamî ’umber geyîye cê, le seferî deẍił kiřîne

kê bû le esḧabey cindîye

sełewat le pêẍemberî, xeza pîroze le ’ezretî ’elîye

dełên: ya îmamî ’umber. genim le kwêye, qîmetî beçendîye?

îmamî ’umber gutî bewane:

be ’ezretî ’elî bibjêrîn şukirane

genim elḧemlay herzane

ḧeyfe le ’embarî kafrane

«bîst û çwar řûbe dirawan biden, řûbwêku genim dedenê, dełêy şîlane».

mizgênyan debird bo mał û xêzane

kê bû le îmamî ’umberî girde

lew xendeqey baskî xoy kird be pirde

mexlûq pêyda řadebirde

êstirî xałindî binî welî zor bê mefeře

leser destî îmamî ’umberî hełdepeřî ewber ewbere

dełê: êstirî kak xałindî bo xatrî wey her beqîmet bê bitbê sere

heta zîndûy netbî bere.

řesûlî xułay fermûy: ’elîye wey ’elîye!

besyan bikuje, bê însafî degeł ew feqîrane çak nîye

dełê: mame gyane!

bew xułayey layezane

«dest hełnagirim lew kafrane

heta xwên neye, neba serane».

nekira bişkê qisey şêrî cebarî

hate asmanê hewrêkî tarî

řişênî baranê lê debarê

herwa xwên dehat řay demałê ser û cendekî larî

îmam denwařête řojê

dełê: řebî, nedořênim nwêjê

řuḧim be awrî cehennemê desojê

wa cułindîyan kirduwe fena

ew leşkirey kafrêk nema,

«řeḧman bekir» bote westa.