qoç ’usman 2

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 12 Xulek  866 Dîtin

mizgênîyan bo aẍay mîrseyfudîn beg bird: qoç ’usman hatewe. espêkî borey pêye, çend başe, çend bekare!

her bew şewey deçûne temaşay espî bore keyxuda û pyawmaqûł û emîndare

cêbecê dehatne dîwanê, debûn berqerare

deygut: espî bore çone? hêndêk deyangut: başe, gelêk bekar.

hêndêk deyangut: boze û bed’emele; eger de tûmenî pê dirabê pêncî çûn bexsare

řojî tenganan serî swarey xoy naka řizgare.

qoç ’usman dełê: xuła xiraka małe şeytan û şimrî, dena bedkare

engo çil kes degeł emin biken merc û qerare

bigirnewe mirawîyekî bał kûř degeł bazêkî xase teware

sibḧeynê le deştî xurmalẍê degeł espî boreyan dênne xware

eger xułay kird, ew espî boreyan becê hêşt, řemaney espî bore

biken, serî min biden le qenare

eger espî boreş baz û mirawîyan becê bêłê, ya boxom lekin aẍay mîrseyfudîn beg nabim, yan şitaqu le beẍdaye nakem îxtyare.

ewê şewê degeł ewanî řona qewl û qerare

her bew şewey wekaryan xist qetar û nehare

gya û pûşyan kêşa bebare

hełyan best çom û řûbare

awyan le deştî xurmałẍê dena bibête zel, espî borey lê nebê qutare

tořewanan tořyan dawît, deyangirt mirawîyekî bał kûřî hare

ḧazir bû bazêkî xasey teware

sibḧeynê beyanî baz û mirawîyan hełdegirt, bo serî meydanê çûne xware

biraderêkî qoç ’usmanî bû, deygut: qoç ’usman lew xewey hełsite,

ewe mericker bo serî meydanê çûne xware

tegbîrêk bo min bike, xizmetî kêhe aẍay bikem îxtyare.

dełê: birale! aẍay dinyaye faydey nîye, xot bispêre bexułay dwametî becebbare.

deygut: espî borem bo bênne derê, lêy biken zînî murset, byawêne serî qayşî bułẍare

ew tułe û tajîyane berne jûrê, biła aza bê nekêşin; emin debim gunahbare

bangêkim weber ew xułaye eger boxoy cebare!

deygut: pîrsiwar. bequrbanit bim, ewcar be hîmdadim ware (were).

beqed dû hezar kesî lewber ewberî meydanî xurmałẍêy girt qerare.

herçî bewî dost bû giryan û haware

deyangut: řemaney espî bore deken, serî qoç ’usmanî deden le qenare.

herçî bewî dijmin bû şadîy bû, pêkenîn bû, deygut: ewcar dernaçê

espî bore, řemaney deken, serî wîş deden le qenare

beẍda xoş debê le koł debêtewe ew şeytan û şofare.

eger serî ciłewî espî borey wergêřa, bo serî meydanê dehate xwarê,

le hêndêk cêyan be řoyîn le hêndêk cêyan be nermeẍare,

heta degeyîye merickeran deygut: her ew qisey şewê dîm degeł engo qewl û qerare.

emin le qewlî xom nabmewe, debê temam bibê ew guftare.

deygut: ya ełłah, ya xułay kerîm, ya pêẍemberî muxtare!

pîr swar, hawarim weber etoye dûbare!

baz û mirawîyan berdan, ewîş destî becłewî espî boreda dehêna, le sê

firseqî meydanî xurmałẍê dehate xware

eger xelas debû, serî ciłewî hełdekêşa, awřî wepşitî xoy da,

temaşay kird baz û mirawî dên beçrîkeçrîk û hatuhaware

deçûne temaşay şwênî espî bore keyxuda û emîndare

temaşayan kird berdêk beqed denke nokêkî le quřê çote xware

hêndêk deyangut: ewe cêy nałe. hêndêk deyangut: cêy bizmare.

hêndêk deyangut: małe xêwit bequřê gîrê espî bore, degełî dernaçin baz û bałdare.

qoç ’usman demudest debû sware

dehate kin mîrseyfudîn begî, îklamî dekêşa sê care deygut: «aẍa! bequrbanit bim! yane boxom merexes bike

yane şitaqan lew şarey nakem îxtyare».

řodenîştin keyxuday de nabekare,

wekîl û wezîr û muxtare

qaqezêkyan denûsî bo sułtanî estembułê ewcare

beqasîdî da beřêyan dekird behaware:

sułtan! espêkî bore bo mîrseyfudîn begî hatuwe babî beḧrîye, boxoy bałdare

letû zyatir kes qablyetî nîye, pê de řikêfî nê, lêy bibê sware.

sułtan qaqezêkî nûsî lebo mîrseyfudîn begî: espî bore û merkebî

segław swarbin, werne êre, bengom heye kare.

mîrseyfudîn beg gutî: gûy xward le gûy babî, emin carêkî dî

xizmetî wî nakem îxtyare.

ḧeqîş degeł beẍdaye nîye, ewe dagîrim kird yekcare!

ew xebere çû bo sułtanî estembûłê dûbare.

sułtan tegbîrî dekird be mexlûqî dinyaye:

ewe temaḧî heye, lêm dagîr bika beẍdaye.

ewcar xeberyan da be mîrseyfudînî:

debê teşrîfî mubarekit bê sułtan bibînî.

mîrseyfudîn dełê: emin sułtanim bo çîye?

qibûł dekem lemse û urusî sułtanim qibûł nîye.

sê sałan degeł qoç ’usmanî geřan, nehatnewe awedanîye.

sułtan fermûy: ’eyb û şûreyîye

nokerî min bo bargînêkî bigeřê le wiłatîye.

kê bû le sułtanî aqłidar û dana

bo mîrseyfudînî mor kird qur’ane:

hełsitê, bête êrekane

emin lêy nastênim bargînî, hezar tegbîrim heye, çoł bû ew ’erz û mekane

ew espe mubarek bewî bê, ewa bom nard qur’ane.

espekey bêne bîbînim mesłe’etê dekeyn. înca şeřîşim lê qewmîwe degeł her çwar dewłetane.

eger mîrseyfudîn way dezanî

tegbîrî kird be xizmanî:

dûřû nabê bo sułtanî

debê nokerî qedrî bizanî

biço bexot û qoç ’usmanî,

ewdemî lewê xoy zanî

eger swarbû beřewanî

degeł nokerî wek qoç ’usmanî

dełê: ewe deřom bo xizmet sułtanî

xeber biden be daykim bizanî.

daykî leber şîn û giryanî

firmêsk dê le çawanî

dełê: řołe! meço kin sułtanî

bexułay, serit debiřn le gyanî

temaşaken qoç ’usmanî

ẍezebî bo kuřî min hanî

hawar leber ẍezebî sułtanî!

qet buwe degeł aẍat bê ẍeyanî.

gutî: daye çarem nîye;

swêndî xwarduwe be řebîye

kelamułłay mor kirdîye

ewa le bo minî nardîye

lekin sułtanî diro nîye.

daykî yek be beẍdaye giryawe

dełê: kuřim ser nayenête dwawe

bê kuřim zimanim sûtawe

sełam lê řabû kesim nemawe

kesim nemawe le dinyaye

kuřim ser nayenête dwaye

çibkem, beẍda bê aẍaye

xeber bo ’urûsî biçwaye

deşqem tikayan bo bikirdibaye.

mîrseyfudîn beřewanî

bexoy û beqoç ’usmanî

çû le bo xizmet sułtanî

mîrseyfudîn zor tirsawe

awřî we qoç ’usmanî dawe

dełê: netirsêm sułtan gelêk pyawe.

qoç ’usman dełê: qurban sułtan zor tewawe

kelamułła morkirawe

hemû qisêkman biřawe

ta çû le estembûłê bûn pyawe

ḧewtuwêkî lewê meḧtel mawe

xeber besułtan dirawe

gutî: biřon, řamemênin

bexo û be espî borey bênin

eger hate geyîye dîwanê

espî berne êxtexanê

de milî ken kot û zewlanê

de milî ken bexoy nezanîye

ew sał ḧewt sałe le min yaẍîye.

ke kotyan de milî kirdîye

birdyane xizmet sułtanîye

’erzî kird: qurban sûçim çîye?

sułtan fermûy: cwabit nîye.

’erzî kird: ew kelamułłayet bo morkirdîye?

xo le zatî tû diro nîye.

diro nabê beřewanî

befermanî xułay sułtanî

emînî pêẍemberanî

axir leser çim heye ẍeyanî?

sułtan fermûy: meydiwênin

quřquşmî bo wetwênin

nabê bezêřî bixinkênin

mîrseyfudîn degrîye

dełê: qurban! qabîletî ewem nîye

beẍdam da betû beyekcarekîye

memxinkêne sûçim nîye

sułtan fermûy kes nemdiwênê; tika nîye

beḧeqî ewey řebbîye

dena bargînim boçîye?

ew sał ḧewt sałe yaẍîye

xerc û pîtak bo min nîye

emin beẍday wam boçîye?

herwa dezanim şar nîye.

hîç kes nebû tikakar

boxoy gelêk girya bezar

hawarî kird bû: ya cebar!

ya bînay perwerdigar!

ya pêẍemberî muxtar!

xelas bim emnî gunahkar.

çend hawarî kird pařawe

feqîr tikay bo nekirawe

bepaş eweyan gêřawe

hîç wiçanyan lê nedawe

her birdyan le sitoyan dawe

cêbecê serî biřawe

xeber beqoç ’usman dirawe

dełê: çawim kwêr bû aẍam nemawe

aẍakem çû bû ewcare

seryan lewê fiřê da xware

beḧeqî ewey cebare

paş mîrseyfudînî nazdare

leser espî bore bû ew kare

emin pêy bûm gunahkare

hîç kes nabê lêy bê sware

lêy swarbibê le meydanê

bîkêşnewe êxtexanê

emin dembiřê řêy guzeranê

řêy guzeranêm biřawe

edî kelamułłaye çi bû nardî lewlawe?

nêwî xułay tê nûsrawe

ferman we diro geřawe

îşałła xuła lêy têk dawe

emin dinyay řûnim nemawe.

qoç ’usman pyawêkî harî

bo aẍay girya beyekcarî

hawarî kird: ya pêẍember! tû muxtarî

hem muxtar û mudebîrî

bê aẍa çibkem emnî êxsîrî

destî dabuwe qebzey şîrî

gutî: xułaye, kes nezanê

lîngî da bo êxtexanê

ke geyîye ewê, danamênê

destî da, şîrî derdênê

paşûy espî borey depeřênê

dełê: lepaş aẍam nemênê

biła nemênê beyekcarî

emnîş ḧeram dekem swarî.

xeber be sułtanî dirawe

ewîş le êxtexaney gîrawe

serî î wîş biřawe

xeber bebeẍdaye geřawe:

hertikyan mudeyan tewawe.

daykî mîrî dełê:

hawînêk geywete daykî mîrseyfudîn begî; çend hawînêkî germ û dijware

wek bedeştî bałînêda deçûme xware

nemdî çi pyawî befês û destirok, kîjî mil behîzare

weku biřêkî dî be deştî bałînêda dehatme xware

temaşa dekem, ẍełebeyek le dûr dyare

eger degeymewe bira maqûłêkî lêk dekird pirsyare.

demgut: ewhe çîye lewê dyare?

deygut: nazanim beyekcare.

biřêkî dî bekołanî řomîyanda deçûme xware

temaşam dekirdewe ewcare

ew ẍełebeye dû hezar kes debê be’ejmare

dayk serî bê bequrbanî swarî le şîn borey, lebin xêwetî wezîrî

beẍdayey dekird teqłe û haware

xuła małe řomîyan xiraka, bedengêkî biłind hawar deken

serî mîrseyfudînyan biřî qałbyan le minaran fiřê da xware.

lew dewrî heta ew zemanî

babademî, heta noşîrwanî

le noşîrwanî heta cimcime sułtanî

hîç kesim nedî wek mîrseyfudîn begî nan bida, seẍî bidatewe nanî

řawkere, řawî xoy dawîte beřye û byabanî

kar askan degirin be qefî goçanî

qełêdey zêřyan de milî deka, beryan dedatewe byabanî

daykî dełê: řołe! ewe naşukirîye.

dełên: daye! naşukirî nîye, lepaş mirdinî min sałêkî debête nan giranî

aẍa û noker û naybî min řûy xoyan bikenewe çoł û byabanî

kar askan bigirin be qefî goçanî

qełêdey zêřyan le milî derênin bîden beparû parûy de nanî

ew askane berdenewe byabanî.

dayk dełê: řołe! ewe bexşindeyî nîye. dełê: daye! berşewê dekujmewe

kełî, paşewê beranî.

dayk dełê: eweş bexşindeyî nîye. dełê: «daye! debexşim şîrêkî deban

bende şîrêkî surme kewłêkî de řomîyanî».

xuła! małe řomîyan xirabka; bedengêkî biłind bang deken, dełên: serî

mîrseyfudîn begyan biřî, qalbyan fiřêda dîwexanî de teterxanî.

înca begme xatûm dełê: xuşkê gewrey xanê!

biła estoy xoman berin ser kûpełey ximî. etû têbnê berserê emin

têy denêm bertanê

estoy xoman hełbibřîn be tîxan serî xoman bitaşîn be gwêzanê

ewřo dû řoje nuřenuřî tajî û tułan naye le derkî otrexanê

çûřî bazî naye le cibexanê

koře kořî espî bore naye le derkî êxtexanê.

mafûre û serendazan tozyan lê kewt, kes nîye leserî bika sertirîncanê

tas û tebeẍ jengyan lê kewt. lepaş kakî wek mîrseyfudînî kes nîye pêy bikêşê şîlanê

xuła małî řomîyan xirabka, serî mîrseyfudînyan biřî, kes be cendekî nazanê

dayk serî bequrbanî serî swarî şîn bore bê, weku lebin xêwetî

wezîrî beẍdaye deykird teqłe û cilîtanê

dayk dełê: çibkem lêm biřa çare

herçendî xanûm û xatûnin, pakî bê aẍaye, wekîl û wezîrim bê serdare

noker û tabî’ey kuřî min pakî esto xware.

edî qoç ’usman nehatewe lêy bikem pirsyare?

dayk serî bê bequrbanî swarî le şîn borey, eger lebin xêwetî wezîrî

beẍdaye deykirdewe teqłe û haware:

řołe, begmê, gewerê, were, kwênî deber bikeyn ewcare

xoman bawêynewe kin şahenşay, deşqemî bindatê top û topxane û serbazî bekare

ḧaşa le dînî kurdî ’irûs û îngilîs be îxtîbare

eger xwênêm bo nestênin ewcare

deçim le baregay xułay debme ’erizçî û şikayetkare.